ŞERÊ XEZEYÊ- Hikûmeta Xezeyê ji Rûdawê re axivî: Çend kes mirine û çend kes winda ne?

11 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Şerê Xezeyê Şerê Hemas û Îsraîlê Filistin Îsmaîl El-Sewabta Libnan Îran Sûriye Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Xezayê amarên dawî yên şer bi Rûdawê re par ve kirin.

Li gorî hikûmeta Xezeyê, bajar ji sedî 86 wêran bûye û 41 hezar û 870 kes mirine 10 hezar kes jî bêserûşûn in.

Salek di ser şerê Îsraîl û Hemas re derbas bû, beriya bi salekê çekdarên Hemasê êrişî Îsraîlê kirin.

Her wiha Îsraîlê jî bi tûndî li Xezeya Filistînê dest bi operasyonên bejayî û asmanî kir.

Rêvebirê Giştî yê Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmetê Xezeyê Îsmaîl El-Sewabta li ser amarên dawî yên şerê Xezeyê ji Rûdawê re axivî.

Li gorî zanyariyên Îsmaîl El-Sewabta, rêjeya wêranbûna Xezeyê bûye ji sedî 86 û krîzeke mirovî li Xezeyê heye.

Îsmaîl El-Sewabta behsa rewşa dawîn a Xezeyê kir û wiha got:

“Saleke temam bi ser tawanên komkujiyê yên ku ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin re derbas bûye.

Artêşa dagirker di nava bêdengiya navneteweyî de li Xezeyê li dijî gelê me yê Filistînê sivîlan, zarok û jinan qetil dike û komkujiyan dike.”

Li gorî gotina Îsmaîl El-Sewabta, 41 hezar û 870 kes mirine û herî 10 hezar kes jî bêserûşûn in û di bin kavilên avahiyan de ne.

“10 hezar kes winda ne”

Îsmaîl El- Tewabata diyar kir ku di salekê de Îsraîlê zêdetirî 3 hezar û 654 komkujî pêk anîne û wiha got:

“Ji ber komkujiyan 51 hezar 870 şehîd bûne. Cenazeyên 41 hezar û 870 şehîdan gihîştine nexweşxaneyan û 10 hezar kes jî winda ne.

Di bin kavilan û avahiyên wêrankirî de kesên winda ku heta niha çarenivîsa wan nehatiye zanîn hene.”

Îsmaîl El-Sewabta bal kişand ser wê yekê ku 16 hezar û 927 zarok di wî şerî de mirine.

Li gorî gotina Îsmaîl El-Sewabta, 11 hezar jin, 986 karmendên tenduristiyê û 85 karmendên parastina sivîlan û 175 rojnameger jî di şer de hatine kuştin.

Îsmaîl El-Sewabta di berdewamiya axaftina xwe de îdia kir ku artêşa Îsraîlê 7 gorên komî çêkirine û wan 520 cenaze ji wan gorên bi komî derxistine.

Li gorî gotina Îsmaîl El-Sewabta, şer bandoreke mezin li sektora tenduristiyê û nexweşxaneyên li Xezeyê kiriye û 34 nexweşxane wêran bûne.

“125 mizgeft û 3 dêr hatine hilweşandin”

Her wiha zêdetirî 125 dibistan û zanîngeh wêran bûne û êdî bi kêrî perwerdeyê nayên.

Îsmaîl El-Sewabta di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku ji ber êrişên Îsraîlê 814 mizgeft û 3 dêr hatine hilweşandin.

Îsmaîl El-Sewabta behsa wê yekê kir ku zerer û ziyana madî ya gihayê Xezeyê ji 35 milyar dolaran derbas kiriye û ji sedî 86ê bajêr wêran bûye.

Îsmaîl El-Sewabta bangî cîhanê kir ku van sûcan şermezar bikin û wiha berdewam kir:

“Berpirsiyariya Îsraîl, Amerîka û hemû welatan di qirkirina Xezeyê de heye.

Ev welat bêyî ku tiştekî bikin tevlî komkujiyên li dijî gelê me yê Filistînê, li dijî sivîlan, li dijî zarok û jinan hatine kirin bûne. “

Îsmaîl El-Sewabta di dawiya axaftina xwe de bangî Konseya Hevkariya Kendavê, Rêxistina Konferansa Îslamî û hemû rêxistinên navneteweyî kir ku zextê li Îsraîlê bikin da ku şer rawestîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst