'Şazade Hemze bi niyaz bû seqamgiriya Urdinê bike armanc'

05-04-2021
RÛDAW
Nîşan Şazade Hemze Şah Ebdullah Urdin Rojhilata Navîn Şahaneya Urdinê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Urdinê dibêje, li gor lêkolînên dezgehên emnî derketiye holê ku “Hemze û derdora wî” bi niyaz bûn asayiş û seqamgiriya Urdinê bikin armanc.

Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefedî ku hevdem Cîgirê Serokwezîr e, ragihand, “Hêzên Çekdar, Rêveberiya Istixbareta Niştimanî, Rêveberiya Asayişa Giştî û dezgehên din ên istixbaretê lêkolînên hûr kirin û ev demek e  ew çavdêriya tevger û çalakiyên Şazade Hemze Husên, Şeref Husên bin Ziyad, Basim Îbrahîm û hejmareke kesên din dikin. Di encamê de diyar bûye ku ew bazne bi niyaz bûn “asayiş û seqamgiriya Urdinê bikin armanc.”

Hikûmeta Urdinê di encama lêkolînan de wan kesan bi “hewla têkdana welat” tometbar dike.

Roja 03/04/2021, Şazade Hemze bin Husên û hejmareke berpirsên din ên Urdinê bi gumana plandanîna bo derbeyê û ji kardûrxistina Şah Ebdullahê Duyem ji desthilatê, hatin desteserkirin.

Berpirsên Urdinê dibêjin, “Hewlên wan gef bûne bo ser seqamgiriya welat” û diyar dikin ku 14 ta 16 kes li ser wan hewlan hatine desteserkirin.

Navê Basim Ewezulla, Serokê berê yê Dîwana Koşka Şahane ya Urdinê jî di nav wan kesan de heye û hikûmeta Urdinê dibêje, ew di bingehê de “li pey fitneke wiha bû.”

Dezgehên emnî pêşniyaz li Şahê Urdinê Şah Ebdulah kirine, dosyeya wan kesan bi Dadgeha Asayişa Giştî raspêre, ji bo wergirtina rêkarên pêwîst.

Şazade Hemze jî dibêje, ji aliyê berpirsên welat ve bi hûrî çavdêriya wî tê kirin, rê pê nayê dayîn li gel kesên din biaxive û mobayla wî jî jê hatiye wergirtin.

Parêzerê zirbirayê Şah Ebdullah vîdyoyek belav kir û tê de rexne li berpirsên Urdinê girtin û got, gendeliyeke zêde li welat heye û ew jî jiyana xelkê zehmettir dike.

Şazade Hemze, zirbirayê Şahê Urdinê, amaje bi wê kiriye, “Supasalar serdana min kir û bi navê Rêveberiya Asayişa Giştî û Rêveberiya Istixbaretê, ji min re got,  wan derketina wî bo derve qedexe kirine, mafê wî nîne xelkê bibîne yan jî peywendî bi kesên din bike. Wan ji min re gotin ku ez li gel xelkê kom bûme û min rexne li karên hikûmetê girtine. Min jî ji wî re got, `ez ne berpirsê vê rewşa xerab im ku li welat heye. Ev rewşa xerab karîgerî li ser me hemûyan heye û em dibînin ku rojane rewş ji ber gendeliyê xerabtir dibe.`”

Ev rewşa nû ya Urdinê, nîgeraniya çend welatan li pey xwe anî, bi taybetî Amerîka ku wek yek ji hevbeş û hevpeymanên girîng û sereke yên Şah Ebdullah tê zanîn ku hevdem cîrana Îsraîlê ye û mezintirîn rewenda Filistînê li xwe digire.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price li hejmara xwe ya Twitterê ragihand, “Em ji nêzîk ve çavdêriya hewlên Urdinê dikin û em li gel berpirsên Urdinê di peywendiyê de ne. Şah Ebdullah hevbeşê sereke yê me ye û em bi temamî piştgiriya wî dikin.”

Hevdem Erebistana Siûdî, Misir û welatên din ên herêma Kendavê piştevaniya xwe ji pêngavên Hikûmeta Urdinê re ragihandin û wek girîng û pêwîst ji bo parastina asayiş û seqamgiriya welat û herêmê binav kirin.

Li navxweya Urdinê jî nîqaşeke mezin li ser vê bûyerê heye û Şîrovekarê Urdinî Amir Sebîle, got, “Belê, bi piştrastî ev yekem car e rexneyek bi vî awayî aliyê endamekî malbata Şahane ve li sîstemê tê girtin. Her çiqas ev du sal e Şazade Hemze dest bi twîtkirinê kiriye û bi wê rêyê rexne li rewşa Urdinê girtine, lê li gor min ew a rû daye, gelek girîng e. Ji ber ku dibe sedema wê ku xelk bi corek din temaşeyî rewşê bike.”

Şazade Hemze , kurê mezin ê Şah Husên û Şajin Nûr e û ji aliyê hejmareke zêde ya hozên welat ve piştevaniya wî tê kirin.

Sala 1999an û li ser binçîneya wesiyeta bavê Şah Ebdullah, Hemze kir Şazadeyê Cihnişîn, kê sala 2004an ew navnîşan jê wergirt.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî duh derbarê bûyerê de peyamek belav kir û ragihand, “Em hemû piştgiriyekê bo xwedî şan, Şah Ebdullahê Duyem, Şahê Şahnişîniya Urdin a Haşîmî, xanewadeya Şahane û aramî, asayiş û seqamgiriya Urdinê û gelê wê dûpat dikin. Her tim dilê me li gel (gelê Urdinê) ye û Xwedayê mezin biparêze.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di peyamekê de, “Piştgirî û piştevaniya temam a xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê” ji bo Şahnişîniya Urdinê, biryar û hewlên Şah Ebdullah ragihand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst