Tulay Hatîmogullari: Banga Ocalan HSDyê li xwe nagire

05-03-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Tulay Hatîmogullari Banga Ocalan YPG HSD PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê ragihand ku banga Ocalan a ji bo çekdanînê HSD û YPGyê li xwe nagire.

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, doh li Parlamentoyê Tirkiyeyê bi rojnamegeran re civiyan û wan bersiv da pirsên li ser banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û pêvajoya nû.

"Divê Birêz Ocalan bi rengekî li wê kongreyê biaxive"

Tuncer Bakirhan li ser pirsa “Ji Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hêviyên we yên berbiçav çi ne?” wiha got:

“Divê mirov hinekî rastbîn be. PKK rêxistineke ku li her çar aliyan cih girtiye, di van demên dawî de gelekî belav û berfireh bûye.

Dema ku ev kongreyekê li dar bixin û biryara xwefesixkirinê bidin an jî ramanên xwe yên di vî warî de bînin zimên, tiştekî normal e.

Bi rastî jî ez nizanim mercên fîzîkî ji bo Birêz Ocalan hene ku beşdarî kongreyê bibe yan na.

Divê Birêz Ocalan bi rengekî li wê kongreyê biaxive. Teknolojî bi pêş ketiye.

Bi çi amûran û bi çi awayî dê peyama wî bigihîje wê derê, ez nizanim lê eger çêbibe dê sûda wê hebe.

Yanî bi kaxezekê axaftin tiştek e lê divê dewlet jî li ser pirsgirêka 50 salî ya gelekî girîng e, bifikire û ji bo vê jî formûlekê bibîne.

Divê Birêz Ocalan bi awayekî xwe beşdarî kongreya xwe ya ku bê lidarxistin bibe."

Rêberê girtî yê PKKyê Abdullaha Ocalan 27ê Sibata 2025an banga çekdanîn û fesixkirinê li PKKyê kir.

Komîteya Birêvebir a PKKyê jî 1ê Adarê li ser banga Ocalan daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew dê girêdayî banga Ocalan bibin û li gorî pêwîstiyên wê tevbigerin.

Endamê Heyeta Îmraliyê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Sirrî Sureyya Onder, di bernameyeke Haberturkê de got ku banga danîna çekan Yekîneyên Parastina Gel jî li xwe digire.

Banga Ocalan HSDyê jî li xwe digire?

Tulay Hatîmogullari li ser pirsa "Banga Ocalan PYD û HSDyê jî li xwe digire yan na?” wiha axivî:

"Di bangê de behsa HSDyê nayê kirin. Tişta ku Sirri Sureyya Onder di weşanê de behs kiriye di metn de nîne û mafê me nîne em bibêjin.

Birêz Ocalan daxwazek ji PKKyê kiriye. PKK rêxistina wî ye.

Tişta ku em dikarin bikin ew e ku wekî siyaseta demokratîk ji bo çareserî û aştiyê hewl bidin ku gavên demokratîk bên avêtin. Yanî em nikarin li ser vê mijarê şîroveyan bikin.”

“Metirsiyeke gelekî zelal heye”

Hatîmogullariyê bal kişand li ser rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û wiha domand:

“Niha li Sûriyeyê, hûn dizanin rûdanên nû çêbûn. HTŞyê birêvebiriya Şamê bi dest xist. Li wir jî niha rewşeke gelekî tevlihev heye.

Di vê mijarê de metirsiyeke gelekî zelal heye. Li wir pêvajoyeke çalak a berdewam heye ku ev têkildarî wan e, kar û barên navxweyî yên Sûriyeyê ye.

Diyaloga ku HSD dê ava bike dê bi hikûmeta Sûriyeyê re be lê bi israr hewl tê dayîn ku tiştekî ku di nav metnê de tune jê derxin û bikin sernivîs.

Ew ne berpirsiyariya me ye. Yanî ev ne tiştek e ku di berpirsiyariya DEM Partiyê de be."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst