Iraq 50 girtiyên DAIŞê ji Rojavayê Kurdistanê vedigerîne

04-06-2023
RÛDAW
Nîşan Iraq Rojava Kampa Holê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Iraqê nêzîkî 50 endamên DAIŞê yên berê û 168 kesên din ji malbat û endamên DAIŞê ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Rojavayê Kurdistanê wergirtin.

Roja Yekşemê 4ê Hezîrana 2023an, berpirsekî Iraqî ku navê xwe eşkere nekiriye ji medya Fransayê re ragihandiye ku 50 endamên desteserkirî yên DAIŞê û 168 nişteciyên Kampa Holê vedigerînin Iraqê.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ew endamên berê yên DAIŞê li Heseke girtî ne. Herwiha 168 malbat û kesûkarên DAIŞê ji Kampa Holê vediguhêzin bo Kampa Cedhe ya Mûsilê. Berpirsê Iraqî behsa wê yekê jî kiriye ku hemû ew kesên vegeriyayî çareseriya derûnî wergirtine.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), sala 2019an DAIŞ bi temamî têkşikand û ew navçeyên ku di destê wan de bûn kontrol kirin. Li gor Washington Institute, 10 hezar endamên DAIŞê hatine girtin û niha di zindanên Hesekê de girtî ne. Herwiha nêzîka 50 hezar ji kesûkar û malbatên endamên berê yên DAIŞê li Kampa Holê hatine bicîhkirin ku 10 hezar ji wan Iraqî ne.

Adara îsal Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Gutteres daxwaza bilez vegerandina wan welatiyan bo welatên wan kir ku li Kampa Holê dimînin.

Antonio Gutteres behsa wê yekê jî kir ku nêzîka nîvê nişteciyên Kampa Holê zarokên di bin 12 salan re ne ku ji hemû mafekî bêpar in û rewşa wan li wir xirab e.

Gutteres got: "Ti guman nîne ku îro Hol xirabtirîn kamp e li cîhanê, xirabtirîn rewşa jiyanê û derd û êşên zêde ew xelkên tê de ne dibînin ku ev çend sal in tê de asê mane."

Piştî sala 2021an, vegerandina nişteciyên Kampa Holê bo Iraqê destpê kiriye, heta niha bi sedan malbat ji Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê bo Kampa Cedhe ya Mûsilê hatine vegerandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst