CENTCOM: Me bi alîkariya HSDyê fermandarekî DAIŞê girt

03-09-2024
Nîşan CENTCOM HSD DAIŞ Fermandar Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandariya Navendî ya Amarîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan li Reqayê bi alîkariya HSDyê fermandarekî DAIŞê girtiye.

CENTCOMê diyar kir ku navê wî Xalid Ehmed Denal e û got:

“Artêşa Amerîkayê bi hevbeşiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) fermandarekî DAIŞê girt ku ji girtîgeheke Reqayê reviyaye.

Xalid Ehmed Denal piştî ku ji girtîgehê reviyaye alîkarî daye çekdarên din ên DAIŞê jî.”

Divê were gotin ku 29ê Tebaxê 5 DAIŞî ji Girtîgeha Reqayê reviyabûn ku 2 ji wan ji Rûsyayê, 2 ji wan ji Efxanistanê û yek jî ji Libyayê bû.

HSDyê 2 ji wan girtin û li dûv şopa yên mayî digere.

CENTCOMê amaje pê kir ku destê Xalid Ehmed Denal di wê bûyerê de jî hebûye.

“Em dê bi HSDyê re bixebitin”

Fermandariya Navendî ya Amarîkayê (CENTCOM) diyar kir ku DAIŞ hewl dide çekdarên xwe ji girtîgehan birevîne û got:

“DAIŞ hewl dide çekdarên xwe ji girtîgehan birevîne da ku wan ji bo bihêzbûna xwe bi kar bîne.

Artêşa Amerîkayê dê ji bo kêmkirina metirsiya DAIŞiyên reviyayî û têkbirina jibinî ya DAIŞê xebatên xwe yên bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re bidomîne.”

9 hezar DAIŞiyên girtî hene

CENTCOMê bi bîr anî ku li zêdetir ji 20 girtîgehên HSDyê herî kêm 9 hezar DAIŞî hene û got:

“Eger gelek girtî birevin ev ji bo herêmê metirsiyeke mezin e.

Em dê bi civaka navneteweyî re bixebitin da ku DAIŞiyên girtî vegerin welatên xwe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst