Îsraîlê li ser kuştina Serokê Hemasê daxuyanî da: Ne em in

9 demjimêr berê
Nîşan Daniel Hagari Îsmaîl Heniye Hemas Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevekê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari ragihand ku şeva Serokê Hemasê hatiye kuştin wan tenê li Libnanê operasyonek kiriye.

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye berê sibeha 31ê Tîrmehê li Tehrana paytexta Îranê hat kuştin.

Di serî de Hemas û Îran, gelek welat û aliyên siyasî dibêjin ku Îsraîlê Îsmaîl Heniye kuştiye.

Berdevekê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari li ser van angaştan axivî diyar ku wan şeva 31ê Tîrmehê tenê li Libnanê êrişek pêk aniye û di vê êrişê de fermandarê Hizbulahê Fuad Şukir hatiye kuştin.

“Me wê şevê êrişî cihekî din nekiriye”

Daniel Hagari got ku Îsraîl ne li pişta bûyera kuştina Serokê Hemasê ye û li pey çû:

“Me şeva sêşemê (30ê Tîrmehê) êrişî Libnanê kir û me Fuad Şukir di êrişeke asmanî de kuşt.

Ez dixwazim balê bikişînim serê, wê şevê li Rojhilata Navîn ne êrişeke din a asmanî ne mûşek û ne jî dronên Îsraîlê hebûn.”

Fuad Şukirê ku fermandarekî pilebilind ê Hizbulahê bû şeva 30ê Tîrmehê li Beyrûta paytexta Libnanê di êrişeke asmanî de hatibû kuştin.

Piştî kuştina Fuad Şukir bi çend saeta jî Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye li Tehrana paytexta Îranê hatibû kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst