XEZE - Îsraîlê berê xwe da başûr: Xan Yûnis qada şer e

01-12-2023
RÛDAW
Nîşan Xan Yûnis Xeze Hemas Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Agirbesta demkî ya di navbera Hemas û Îsraîlê de, piştî ku çend caran hate dirêjkirin, îro danê sibehê bi dawî bû.

Artêşa Îsraîlê piştî ku dawî li agirbestê anî, li Xezeyê dest bi êrişên xwe kir û Xan Yûnisa li başûrê Xezeyê wek qada şer îlan kir.

Îsraîlê berî niha, başûrê Xezeyê wekî cihê ewle ragihandibû.

Niha jî artêşa Îsraîlê dixwaze ku hinek herêmên Xan Yûnisê werin valakirin.

Artêşa Îsraîlê bi balafiran, broşûr avêtin 4 herêmên Xan Yûnisê û hişyarî da şêniyên wê.

“Ji bo we cihê metirsiyê ye”

Di broşûrê de ev hişyarî hatibû kirin:

“Ji bo şêniyên El Karara, El Xuza, Absan û Benî Suheyleyê; bi lez û bez herêmê vala bikin û herin herêma Refahê. Bajarê Xan Yûnisê herêma şer e û ji bo we cihê metirsiyê ye.”

Herêmên Xuza û Absanê nêzîkî sînorê Îsraîlê ne û El Karara jî nêzîkî Cadeya Selahedînê ye.

Artêşa Îsraîlê herwiha herêma ku 1,7 milyon kes jê koçber bûne, ji bo dema vegeriyan lê bimînin li ser bi nexşeyekê destnîşan kir.

Di vê nexşeyê de tevahiya Xezeyê dabeşî 2 hezar û 300 beşî hatiye kirin.

Xeze, qadeke 365 kîlometre çargoşe ye û 2,3 milyon mirov lê dijîn.

Li gorî pîvana kilometre çargoşeyê, ji aliyê nifûsa xwe ve herêma ku herî zêdê mirov lê dijîn tê dîtin.

Agirbesta Hemas û Îsraîlê ya ku 24ê Çiriya Paşînê dest pê kir û guhertina dîlan û girtiyan li xwe digirt îro danê sibehê bi dawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst