WAN - Çiyager û werzişvan derketin lûtkeya Keleha Spî

10-01-2024
Mihemed Emin Demir
Çiyager û werzîşvan li navçeya Payîzavayê ya Wanê derketin lûtkeya Keleha Spî
Çiyager û werzîşvan li navçeya Payîzavayê ya Wanê derketin lûtkeya Keleha Spî
Nîşan Komeleya Werzîşê ya Gelî û Xwezaya Wanê Keleha Spî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê hinek çiyager û werzişvan derketin lûtkeya Keleha Spî.

Wan bajarekî geştyariyê ye û havîn û zivistanan bi hezaran geştyar berê xwe didin Wanê.

Geştyariya nava xwezayê jî cihekî girîng di nava geştyariya çand û kultûr û dîrokê de digire.

Endamên Komeleya Werzişê ya Gelî û Xwezaya Wanê, her carê berê xwe didin çiya û baniyekî cuda û li gel werzişê, danasîna wan deveran jî dikin.

Endamên komeleyê vê hefteyê berê xwe daye lûtkeya Keleha Spî ku keleheke Urartuyan e.

Serokê Komeleya Kulûba Werzîşê ya Gelî û Xwezayê ya Wanê Omer Demez bangî  werzişvan, çiyager û geştyaran kir ku beşdarî çalakiyên wan bibin.

Ji jiyana rojane dûr demên bextewar derbas dikin

Geştyar û werzişvan li nav xwezayê ji jiyana rojane dûr demên bextewar derbas dikin.

Ji bilî werzişvan û çiyagerên Kurd gelek werzişvanên ji bajarê Tirkiyeyê jî beşdarî çalakiyên komeleyê dibin.

Geştyar Îremê got, “Em îro bi malbata Gelî û Xwezayê re derketin ser Keleha Spî. Ez yekemîn car derketim lûtkeyekê. Kêfa min gelekî hat.

Rêya me zehmet bû lê wan bi rêberiyeke profesyonelî alîkariya me kir.”

2 milyon û 735 hezar geştyar çûne Wanê

Serokê Şaxa Saziya Kompanyayên Geştyariyê yên Tirkiyeyê (TURSAB) ya Wanê jî ji Rûdawê re got, sala 2022yan 2 milyon û 735 hezar geştyaran Wan ziyaret kiriye.

Serokê TURSABê da zanîn ku ji wan milyonek û 685 hezar geştyarên biyanî û milyonek û 50 hezar jî geştyarên xwecihî bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst