Sichuan (Rûdaw) - Li başûrrojavayê Çînê, di Festîvala Belema Ejdehayê de dîmenên balkêş derketin holê.
Robotên ku wekî mirovan hatine çêkirin, li gel mirovan tev li pêşbirkan bûn, belem ajotin û her wiha xwarinên çandî amade kirin.
Li parêzgeha Sichuanê yê Çînê du robotên humanoid ên cureyê "Tiangong" ku ji laboratuwarên Pekînê hatibûn anîn, li gel 6 ciwanên herêmê li belemeke dirêj siwar bûn.
Ji bo ku robot fêr bibin ka dê çawa tevgerên xwe li gel mirovan hevaheng bikin û bi hev re beleman biajon, du hefteyan hatin amadekirin.
Robot destpêkê hinekî giran bûn lê piştî çend tecrubeyan fêrî parastina hevsengiyê û ajotina beleman bûn.
Ji bo ceribandina hêza wan, dema ku mirovan dest ji ajotinê berda, robotan bi serê xwe û bi awayekî aram belem bi pêş de birin.
Xwarinên çandî amade kirin
Robot tenê bi vê yekê neman, wan her wiha ji bo çêkirina şîrînî û xwarinên çandî yên Çînê birinc kuta.
Ev ji bo şiyana robotan û çawaniya xebata wan a li gel av û hilmê tecrubeyeke girîng bû ku bêyî ku ti zerer bigihêje wan karê xwe kir.
Endazyar dibêjin ku armanca van xebatan ew e ku di paşerojê de robot karibin li mal, firin, serşok û cihên bi hilm bi awayekî ewle û çalak alîkariya mirovan bikin.
.jpg&w=3840&q=75)

