Dijeterora Kurdistanê: Li Hewlêrê droneke bombebarkirî hat xistin

31-12-2023
Nîşan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Dron Êriş Êrişên Dronî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dijeterora Kurdistanê ragihand ku li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê droneke bombebarkirî hat xistin.

Dijeterora Kurdistanê da zanîn ku ew dron demjimêr 16:54an hatiye xistin û hedefa wê hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê bûn.

Li gorî daxuyaniya Dijeterora Kurdistanê, milîsên neyasayî hewl daye bi vê dronê êrişî baregeha Hevpeymaniya Navneteweyî bike lê drona wan hatiye xistin.

2 êriş di rojekê de

Ev êriş bu êrişan diduyan ku di nava rojekê de li Herêma Kurdistanê tê kirin.

Şeva borî jî demjimêr 23:45an li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê 2 dronên bombebarkirî êrişî navendeke hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ev êriş bi awayekî tund şermezar kir û got:

“Êrişên bi dronan ên li Herêma Kurdistanê dê tenê xisarê bidin aştî û aramiya Îraqê û dê rewşê aloztir bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst