Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kolikê ya Semsûrê di encama bûyera trafîkê de 7 kes birîndar bûn.
Kamyoneta bi plaqeya 02 ACE 896 ya ku Haci Ahmet Çinar diajot û otomobîla plaqeya 38 ADP 944 ya ku Ramazan Memicik diajot li ser rêya Kolîk û navçeya Siwêregê ya Rihayê li hev qelibîn.
Bûyera trafîkê li ser rêya Kolik-Siwêregê li nêzîk gundê Bervedolê qewimî.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û tîmên Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) çûn cihê bûyerê.
Di bûyerê de her du ajovan û 5 kesên di wesayitan de birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê.
Hat zanîn rewşa 4 birîndaran dijwar e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse