Li Êlihê jî hişyariyên bi Kurdî hatin jêbirin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Êlih Hişyariyên Trafîkê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî Amed, Wan û navçeya Kerboranê ya Mêrdînê li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê jî hişyariyên trafîkê “Pêşî Peya” û “Hêdî” yên bi Kurdî hatin jêbirin.

Şaredariyên di rêveberiya DEM Partiyê de li navçe û parêzgehên Bakurê Kurdistanê li ser rêyên di îdareya şaredariyan de ligel hişyariyên bi zimanê Tirkî yên trafîkê bi zimanê Kurdî jî hişyariya “Pêşî Peya” û “Hêdî” nivîsîbûn lê ew hişyariyên bi Kurdî yek bi yek tên jêbirin.

Derengê şeva borî li parêzgeha Êlihê jî hişyariyên “Pêşî Peya” û “Hêdî” yên bi zimanê Kurdî bi hevahengiya polîsan ji aliyê Rêveberiya Deverê ya Rêyên Bejahî ve hatin jêbirin û cihê wan hatin boyaxkirin.

Şaredariyê dîsa hişyariyên bi Kurdî nivîsîn

Piştî ku hişyariyên bi Kurdî hatin jêbirin Şaredariya Êlihê dîsa hişyariyên bi Kurdî nivîsîn.

Roja Sêşemê 30ê Temûza 2024an li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê û roja 29ê Temûza 2024an li Amedê hişyariyên “Pêşî Peya” û "Hedî" hatibûn jêbirin.

Herwiha hefteya borî li parêzgeha Wanê jî heman tişt hatibû kirin û li şûna wan gotinên nijadperestî yên bi Tirkî hatibûn nivîsandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst