Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrînê ji ber cudahiya bernameyên xwendinê (minhacan) krîza perwerdeyê derketiye holê.
Bi hezaran xwendekarên Kurd ên ku ji koçberiyê vegeriyane Efrînê, bê xwendin mane.
Her wiha 4 hezar mamosteyên Rêveberiya Xweser jî niha li Efrînê bê kar in.
Vegera ji Cizîr û Kobaniyê
Îsal 8 karwanên koçberên Efrînê yên ku li Cizîr û Kobaniyê diman, vegeriyan cih û warên xwe.
Zarokên wan malbatan bi salan li gorî bernameyên xwendinê yên Rêveberiya Xweser dixwendin.
Lê belê niha li Efrînê tenê bernameyê xwendinê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê heye.
Hîn jî ti çareserî nînin
Ji ber vê rewşê, bi hezaran xwendekarên Kurd niha nikarin biçin dibistanan û bê xwendin mane.
Heta niha Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ji bo pirsgirêka xwendekarên Efrînî ti çareserî nedîtine.
Xwendekar û malbatên wan li bendê ne ku Wezareta Perwerdeyê di demeke nêzîk de pirsgirêka wan çareser bike.


