Li Qersê piştî baran û teyrokê lehî rabû

31-07-2023
RÛDAW
Nîşan Qers Teyrok Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê piştî baran û teyrokê lehî rabû û beşek ji kargeh û dikanên welatiyan di bin avê de man.

Li navenda bajarê Qersê vê êvarê piştî baraneke zêde û teyrokê lehî rabû.

Lehiyê bandorek neyînî li welatiyan kir.

Avrêjên bajar xitimîn û cade û kolan di bin avê de man.

Li ser cadeyên Înonû, Cumhuriyet û Faîkbey otomobîl di çûnûhatinê de rûbirûyî astengiyan bûn.

Tîmên Şaredariya Qersê ji bo vekirina avrêjan û veguhastina avê ji cade û kolanên bajêr dest bi xebatan kir.

Ji ber barana zêde û lehiyê hinek kargeh û dikanên welatiyan di bin avê de man.

Hat ragihandin ku barîna baranê li Qersê berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst