Ji bo Hesekê bîrên avê li Amûdê tên kolan

31-07-2023
RÛDAW
Nîşan Heseke Amûdê Bîrên Avê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Sinceqa Sedûnê yê Amûdê bîr ji bo Hesekê tên kolan û bîra yekemîn hatiye amadekirin.

Ji bo çareserkirin û peydakirina avê ji bo Hesekê û derdora wê ku pişta xwe bi ava Wêstgeha Elok girê dide, Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, li bajarokê Sinceqa Sedûnê dest bi kolana bîran kiriye. 

Ji ber nebûna avê, bajarê Hesekê di rewşeke xirab û zehmet re derbas dibe.

Projeya kişandina avê, ji Senceqê yek ji çar çareseriyan bû ku endazyar û şarezayê dirustkirina bendavan Ala Hebo ji Rûdawê re ragihandibûn û pêşniyaz kiribûn ji bo çareserkirina kirîza avê.

Derbarê mijarê de Hevserokê Rêveberiya Ava Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê Îsa Yûnis ragihand ku danûstandinên UNICEFê bi Tirkiyeyê re ji bo dubare berdana ava Wêstgeha Elokê berdewam in.

"Armanca Tirkiyeyê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e”

Îsa Yûnis got: “Danûstandinên bi serpereştiya UNICEFê hatin kirin bi ser neketin. Biserneketina danûstandinan, ji ber siyasetên dijber ên Tirkiyeyê ye.

Em bangî civaka navdewletî dikin, destwerdanê bikin û dawî li azarên xelkê Hesekê bînin. Armanca Tirkiyeyê koçberkirina welatiyan û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst