Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Parêzgarê Sineyê ragihand ku sibe li fermangehên parêzgehê ji ber germahiya zêde bêhnvedan e.
Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê jî bi heman hincetê bêhnvedan hat ragihandin.
Alîkarê Parêzgarê Sineyê Ebdulah Reşîdî Pûr daxuyaniyek da û got:
"Ji ber germahiyê û kêmiya elektrîkê, sibe li hemû fermangehên fermî yên parêzgehê bêhnvedan e."
Alîkarê Parêzgar diyar kir ku ev biryar ji aliyê komîteya kontrolkirina enerjiyê ya parêzgehê ve hatiye pêşniyarkirin û Parêzgarê Sineyê jî ev biryar qebûl kiriye.
Armanca sereke ya biryarê kontrolkirina xerckirina enerjiyê û bi taybetî jî ya elektrîkê ye.
Ebdullah Reşîdî Pûr da zanîn ku ev biryar saziyên xizmetguzarî û hawarçûnê yên wekî nexweşxane û navendên ewlehiyê li xwe nagire.
Li parêzgeha Sineyê ji ber germahiya zêde û ji bo kêmxerckirina elektrîkê, dema xebatê ya li fermangehan hatibû kêmkirin.
Li Kirmaşanê jî bêhnvedan e
Di heman demê de Alîkarê Parêzgarê Kirmaşanê yê ji bo Kar û Barên Bipêşketina Mirovan Celîl Balayî daxuyaniyek da û ragihand ku ji ber germahiya zêde roja çarşemê bêhnvedan e.
Saziya Keşnasiyê ya Sineyê diyar kir ku tê çaverêkirin sibe li hinek deverên parêzgehê pileya germahiyê bigihêje 43yan.
Keşnasiya Kirmaşanê jî destnîşan kir ku tê pêşbînîkirin li hinek deverên parêzgehê pileya germahiyê bigihêje 42 pileyan.



