Karmendekî pûçkirina mînan li Soranê canê xwe ji dest da

31-05-2017
Rûdaw
Nîşan Soran Hewlêr Mîn Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Karmandekî Rêveberiya Giştî ya Mîn a Hewlêrê di dema erkê xwe de li sînorê navçeya Soranê şehîd bû.

 

Li gorî agahiyan, îro çarşembî 31ê Gulanê karmendekî Rêveberiya Giştî ya Mîn a Hewlêrê di dema pûçkirina mînekê de li sînorê navçeya Soran a girêdayî parêzgeha Hewlêrê, mîn pê ve teqiya û canê xwe ji dest da.

 

Berpirsê Ragihandina Giştî ya Karûbarên Mîn li Hewlêrê, Zêbar Xalid di dauxyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ew karmend di dememkê de ku mijûlî pûçkirina mînekê bû, mîn bi wî ve diteqe û di encamê de canê xwe ji dest dide.

 

Zêbar Xalid da xuyakirin, navê wî karmendî Bextiyar Izedîn e û 34 salî bû.

 

Berpirsê Ragihandina Giştî ya Karûbarên Mînê li Hewlêrê herwiha destnîşan kir: “Ew karmendê ku îro canê xwe ji dest da, xwedî xêzan e û du zarokên wî hene. Heyama 6 salan bû ku karê pûçkirina mînan dikir, lê belê mixabin îro saet 05:10 û di demekê de ku rojî bû, mîn pê ve teqiya û canê xwe ji dest da.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst