Li Meletî 3 tax û li Êlihê gundek hatin kerentînekirin

31-03-2020
RÛDAW
Nîşan Coronavirus Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê ji ber belavbûna vîrûsa koronayê 3 tax hatin kerentînekirin. Herwiha li navçeya Sason a Êlihê gundek hat kerentînekirin.

Îro Sêşemê, 3 taxên bajarokên Darende, Hekîmxan û Erepgîr ji ber belavbûna vîrûsa koronayê hatin kerentînekirin û çûn û hatina bo wan her 3 taxan hat qedexekirin.

Roja Yekşema derbasbûyî çend kes ji derveyî welat vegeriyan Meletiyê û bi mêvanî çûne malên kes û karên xwe yên li wan hersê taxan.

Piştî demekê ji ber bilindbûna pileya germaya laşê wan 5 kes bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Piştî ku derket encama testa wan pozîtîv e, ew hersê taxên ku serdana wan kiribûn hatin kerentînekirin. Cendirmeyan rêyên wan taxan kontrol kirine û heta 14 rojan rê nadin çûn û hatina kesî.

Herwiha her îro Qewmiqamiya Sasonê ragihand ku ji ber metirsiya belavbûna koronayê gundê Tizî hate kerentînekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst