Li Rihayê pevçûna xizman: 16 kes birîndar bûn

31-01-2025
Nîşan Riha Siwêreg Xizm Pevçûn Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Navçeya Siwêregê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê di pavçûna xizman de 16 kes birîndar bûn, 15 kes jî hatin desteserkirin.

Li Taxa Yiginotê di navbera endamên malbata Îlgînê de nîqaş derket ku berê pirsgirêkên wan hebûn.

Piştî ku giliyê wî hat kirin E.Î. (56) hat desteserkirin û sewqî Dadgeha Siwêregê hat kirin.

Malbat li hewşa dadgehê rastî hev hatin, di navbera wan de nîqaş derket û di demeke kurt da veguherî pevçûnê.

Di vê pevçûnê de 16 kes birîndar bûn û tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Polîsan jî 15 kes desteser kirin ku tevlî pevçûnê bûne.

Li hêla din, hat zanîn ku rewşa birîndaran baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst