HSD: Me li Dêrezorê bersiv da êrişan, 19 çekdar hatin kuştin

30-10-2023
Nîşan HSD Dêrezor Çekdar Hikûmeta Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HSDyê ragihand ku “Li rojhilatê Dêrezorê 19 çekdarên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê hatin kuştin.”

Çekdarên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê êrişî gund û bajarokên Ebû Herdob, Zîban û Ebû Hemamê yên rojhilatê Dêrezorê kiribû ku di kontrola HSDyê de ne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), derbarê êrişa van çekdaran de daxuyaniyek belav kir.

HSDyê di daxuyaniya xwe de got ku wan bersiv daye wan êrişan û şer û pevçûnan rû daye.

Li gorî daxuyaniya HSDyê, di bersivdayîna hêzên wan de 19 çekdar hatine kuştin, 20 çekdar jî birîndar bûne.

HSDyê da zanîn ku di van pevçûnan de “3 şervanên HSDyê şehîd ketine.”

Herwiha HSDyê amaje pê kir ku ji ber topeke wan çekdaran li malekê ketiye “4 sivîl jî şehîd ketine, 10 sivîl jî birîndar bûne.”

Çekdaran êriş kir, HSDyê bersiv da

Îro demjimêr 05:00an çekdarên ser bi hikûmeta Sûriyeyê ve, ji gund û bajarokên Sibêxan, Diwêr û Meyadînê yên rojavayê Çemê Feratê ku di bin kontrola Hikûmeta Sûriyeyê de ne êrişî navçeyên rojhilatê Çemê Firatê kir û HSDyê jî bersiv da van êrişan.

Dawiya tebaxa borî jî li herêmên li rojhilatê Dêrezorê, di navbera HSD û eşîra Igêdatê de şer û pevçûnên dijwar rû dabû û van bûyeran meha îlonê jî berdewam kiribû.

HSDyê piştî mehekê li Dêrezorê dîsa rewş kontrol kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst