Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) êrişên li dijî malbatên Kurd ên vegeriyan Girê Spî bi tundî şermezar kirin.
ENKSyê ji hikûmeta Sûriyeyê û parêzgarê Reqayê xwest ku komîteyeke lêkolînê ava bikin û berpirsan bidin dadgehê.
Sekretariya Giştî ya ENKSyê di daxuyaniyekê de da zanîn ku piştî çendîn salên koçberiya bi darê zorê, îro malbatên Kurd ên ku vegeriyane rastî êrişan hatine.
"Gefên kuştinê li jin û zarokan xwarin"
Li gorî daxuyaniya ENKSyê, êrişkaran gefa kuştinê li jin û zarokan xwariye û otomobîlên wan şewitandine.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku vegera van malbatan bi hevahengiya desthilatên xwecihî pêk hatiye.
Her wiha wan ji bo îsbatkirina xwedîtiya mal û zeviyên xwe hemû belgeyên pêwîst pêşkêş kirine.
ENKSyê ji hikûmeta Sûriyeyê û parêzgarê Reqayê xwest ku ji bo eşkerekirina hûrgiliyên bûyerê û darizandina tawanbaran komîteyeke lêkolînê ava bikin.
Her wiha hat xwestin ku ji bo parastina wan malbatan û dabînkirina ewlehiya mal û milkên wan tedbîrên bilez bên wergirtin.
"Nabe tohmeta HSDyê bibe hincet"
ENKSyê tohmetbarkirina malbatên Kurd a bi "endamtiya HSDyê" ku ji bo astengkirina vegera wan wekî hincet tê bikaranîn jî şermezar kir.
ENKSyê tekez kir ku divê mafên sivîlan ji nakokiyên siyasî bên cudakirin û got:
"Divê mafên sivîl û yên xwedîtiyê parastî bin. Nabe li ser bingeha nasnameya neteweyî yan tohmetên siyasî destdirêjî li mafên mirovan bê kirin."
ENKSyê di dawiya daxuyaniyê de bangî hemû aliyan kir ku li aram bin û rê nedin aloziyan.
ENKSyê her wiha bi bîr xist ku berpirsyariya parastina mafên welatiyan di stûyê hikûmetê de ye.
100 malbat hatin dorpêçkirin
Ev daxuyaniya ENKSyê piştî wê yekê hat ku hejmarek ji malbatên Kurd ên koçber îro vegeriyan ser malên xwe yên li Girê Spî lê komên çekdar êrişî wan kir.
Di encama êrişê de otomobîlên wan hatin şewitandin û ji ber êrişkaran nêzîkî 100 malbatên Kurd di avahiya Birêvebiriya Herêmê de hatin dorpêçkirin.
.webp&w=3840&q=75)


