AMED – Keçeke 15 salî li mala xwe rûniştibû, gule lê ket

30-08-2023
Nîşan Amed Gule Keç Birîndarbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Amedê gule li serê keçeke 15 salî ya ku li mala xwe rûniştibû ket.

Keçik birîndar e û birîna wê giran e.

Li gorî nûçeya DHAyê bûyerê li navenda parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê rû da.

Keça 15 salî ya bi navê Sultan O. li mala xwe rûniştibû û bi carekê re gule li serê wê ket.

Tîmên tenduristiyê çûn mala wê û wan Sultana birîndar rakir nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku birîna Sultanê xedar e û jiyana wê di metirsiyê de ye.

Tê gotin ku yekî ji seyareya xwe gule li derdorê reşandine û reviyaye.

Polîs hewl didin ku wî kesî peyda bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst