Girtiyê Kurd ê 70 salî canê xwe ji dest da

30-08-2023
RÛDAW
Nîşan Girtiyên Nexweş Şakir Turan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd Şakir Turanê 70 salî canê xwe ji dest da.

Şakir Turan beriya hefteyekê li nexweşxaneyê hatibû razandin. 

Şakir Turan, ji navçeya Stêwrê ya Mêrdînê ye û bi hinceta “alîkariya rêxistinê” 6 sal ceza lê hatibû birîn.

Turan, di Girtîgeha Tîpa Lyê ya Erzinganê de dima.

Turan bi nexweşiya pençeşêra gewriyê ketibû û rê nedihat dayîn ku bê dermankirin.

Tevî nexweşiya giran û banga saziyên sivîl jî Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê cezayê Turan ranewastandibû.

Piştî ku Turan di nava 4 mehan de 23 kîlo dan û êdî nikaribû biaxive û bimeşe berî hefteyekê rakir Nexweşxaneya Lêkolînê ya Erzinganê.

Girtiyê Kurd îro demjimêr 07:30î li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Malbata wî li ser agahdarkirina hevalên wî yên girtîgehê pê hesiyane ku Turan li nexweşxaneyê ye û çûne serdana wî lê heta 28ê Tebaxê rê nehatiye dayîn ku wî bibînin.

“Serê min bilind e û min xwe netewand”

Şakir Turan di hevdîtina dawî de ji kurê xwe re gotibû, “Serê min bilind e û min xwe netewand.”

Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê û Parlamenterê YSPyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu, çend caran rewşa Şakir Turan anîbû rojevê.

Wan daxwaza rawestandina cezayê wî kiribû.

Gergerlioglu li Parlamentoya Tirkiyeyê jî rewşa wî anîbû rojevê û derbarê wî de pirsename dabû Wezîrê Dadê berê yê Bekir Bozdag.

Ji aliyê din ve, daxwazên malbata wî ya ku li Antalyayê dijî yên ji bo veguhestina Şakir Turan a Girtîgeha Antalyayê jî hatibûn redkirin.

Hat zanîn ku 3 kur û 3 neviyên Turan xwedî pêdiviyên taybet (astengdar) in.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst