RIHA - Ji ber deynan pev çûn: Kesek hat kuştin û kesek jî birîndar e

30-08-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Îdir Erzîngan Lehî Siwêreg Riha Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji ber meseleya deynan di navbera dû grûpan de pevçûn çêbû.

Di pevçûnê de kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.

Li Taxa Kaleyê ya Siwêregê derengê şeva borî ji ber deynan di navbera dû grûpan de nîqaş derket û piştre bi çekan gule li hev reşandin.

Di encamê de Yimaz Guzenê 19 salî û Omer Işikê 25 salî birîndar bûn.

Li ser agadarkirin tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Her du kesên birîndar bi ambulansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Lê tevî hemû hewildanên bijîşkî jî Omer Işik li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Yilmaz Guzenê ku birînên wî giran in û rewşa tendirustiya wî xirab e li nexweşxaneya Rihayê tê dermankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst