Serokatiya Herêma Kurdistanê bûyera şewitandina Quranê şermezar kir

30-06-2023
RÛDAW
Nîşan Serokatiya Herêma Kurdistanê Şewitandina Quranê Swêd Selwan Momîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê bûyera şewitandina Quranê de ku ji aliyê kesekî Iraqî ve li Swêdê hat şewitandin, daxuyaniyek belav kir û ew bûyer şermezar kir û ragihand, “Bi tevahî karekî nerewa ye, dibe sedema mezinbûna kîn û nefretê û dibe gef li ser pêkvejiyan û aştiyê.”

Pêr Çarşemê 28ê Hezîranê di yekem roja Cejna Qurbanê de welatiyekî Iraqî yê bi navê Selwan Momîka li ber Mizgefta Stockholm a paytexta Swedê di bin tedbîrên tund ên polîsan de, pirtûka pîroz a Misilmanan, Quran şewitand.

Ew bûyer bû sedema nerazîbûn û bertekên tund di nav welat û civakên Misilman de û ew kiryar hat şermezarkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî têkildarî bûyerê daxuyaniyek weşand û şewitandina Quranê li Stockholma paytexta Swêdê protesto kir.

Di daxuyaniya xwe de Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje, şewitandina Quranê “bi tevahî karekî nerewa ye, dibe sedema mezinbûna kîn û nefretê û dibe gef li ser pêkvejiyan û aştiyê.”

Di beşke din a daxuyaniyê de tê gotin,“Divê rêz li bawerî, hest û pîroziyên hemû ol û mezheban bê girtin û destûr neyê dayîn ku tu kes ji azadiyê sûd werbigire û bêrêziyê li pîroziya olekê bike.”

Duh Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî di du peyamên cuda de bûyera şewitandina Quranê şermezar kiribûn.

Serok Barzanî di peyama xwe de gotibû,“Kiryara nerewa ya şewitandina Qurana pîroz nakeve çarçoveya azadiya derbirînê û tu hincet jê re nîne.”

Di beşeke din a peyama xwe de Serok Barzanî diyar kiribû, “Ev birîndarkirina hest û soza hemû Misilmanên cîhanê ye û em vê yekê bi tundî şermezar dikin. Kiryarên wiha li dijî ruhê yekîtî û pêkvejiyanê ne û xizmeta gotara tarîtiyê û belavkirina kîn û nefretê dikin û divê her kes pêşî lê bigre.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di peyama xwe de ku li ser Twitterê belav kiribû, gotibû: “Ez şewitandina Qurana Pîroz şermezar dikim. Ez daxwaz dikim ku li her derê rêz ji hemû pirtûkên pîroz re bê girtin û rê li têkdana pêkvejiyanê bê girtin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst