CURNÊ REŞ - DEM Partî girîngiyeke zêde dide hilbijartinan

30-05-2024
Mihemed Emîn Demir
Pisûla û mohra dengdanê / Wêne: Arşîv
Pisûla û mohra dengdanê / Wêne: Arşîv
Nîşan Curnê Reş DEM Partî Riha Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xebatên hilbijartinê yê DEM Partiyê yên li navçeya Curnê Reş a parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê berdewam dikin.

DEM Partiyê 31ê Adarê ji sedî 33,20ê dengan AK Partiyê jî ji sedî 30,72ê dengan standibûn.

Piştî hejmartin bi dawî bû û girtename hatin nivîsandin hejmarek endam û alîgirên AK Partiyê 2 sindoq tevî dengan şewitandin.

Piştî wê jî li ser daxwaza AK Partiyê Komîsyona Hilbijartinê hilbijartin betal kirin û biryar da hilbijartin 2yê Hezîrana 2024an werin dubarekirin.

DEM Partî xebatên hilbijartinên 2yê Hezîranê bi beşdariya gelek parlamenter û berpirsên partiyê bi rê ve dibe.

Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek ji Rûdawê ragihand, dê gel 2yê Hezîranê bersiva neheqiya 31ê Adarê bi awayekî xurt bide.

“Em vê neheqiyê qebûl nakin”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek got “Em vê neheqiyê qebûl nakin” û pê de çû:

“Qeneata me ew e û nêrîn û dîtina gel jî ew e: Dibêjin neheqiyeke mezin li DEM Partiyê hat kirin, em vê neheqiyê qebûl nakin.

DEM û gel 2yê Hezîranê dê bi ferqeke mezin hilbijartinê qezenc bikin.

Dîtin û baweriya me jî ew e: Neheqiyek çêbû. Em dê piştgiriyê bidin DEMê, dê gel piştgiriyê bide DEMê. Dê hilbijartinê bi ferqê bistîne.

Banga me ya ji gel re ew e: Bila gelê me bi îradeya xwe ya azad here ser sindoqê û destê xwe bide ser wicdana xwe û piştgiriyê dide kê bila bide û çi encam derdikeve li ser seran li ser çavan.”

“Bi xwe sindoq şewitandin û bi xwe jî hilbijartin betal kirin”

Çîftyurek diyar kir ku şaredariya AK Partiyê heta niha ti xizmet ji bajêr re nekiriye û got:

“Malbatek 40 sal in li ser şaredariyê ye lê wan qet kevirek nedaniye ser kevirekî.

Ne rê çêkirin ne kargeh çêkirin ne ji bo şagirtan cihên manê çêkirin û ne jî parkek çêkiriye.

DEM Partiyê 31ê Adarê qezenc kir lê bi fen û feqan betal kirin. Bi xwe sindoq şewitandin û bi xwe jî hilbijartin betal kirin.”

Namzedê DEM Partiyê ya Hevserokatiyê Şaredariyê Garîp Yeşîl destnîşan kir ku Curnê Reş bi gelê xwe re bi rê ve bibin û girîngiyê bidin biryara gel.

“Em dê bi hev re biryarê bidin”

Berbijêra DEM Partiyê ya Hevserokatiya Şaredariya Curnê Reş Garîp Yeşîl wiha axivî:

“Bi rastî em ji bo jinan di çarçoveya nûnertiya wekhev de, em dikarin ji jinan re çi bikin, daxwazên wan çi ne?

Em dê bi hev re nîqaş bikin û bi hev re bidin û bistînin.

Em dê li ser vê yekê projeyê xwe çêbikin. Pêdiviya vî gundî çi be, em dê werin bi we bişêwirin.

Hûn dê bibêjin pêwîstiya vî gundî ev e. Em dê bi hev re biryarê bidin.”

DEM Partî girîngiyeke zêde dide hilbijartinên 2yê Hezîranê.

Di vê çarçoveyê de îro bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Curnê Reş mîtîngek tê sazkirin.

Roja 2yê Hezîranê dê zêdetir ji 20 parlamenterên DEM Partiyê û ji sedî zêdetir parêzerên Baroya Rihayê li ser sindoqan amade bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst