Zeviyên çandiniyê yên cotkarên Kurd têne şewitandin

31-05-2020
RÛDAW
Bi nêzîkbûna dema destpêkirina dirûna dexlûdanan, bûyerên şewitandina zeviyên cotyaran dubare dibin
Bi nêzîkbûna dema destpêkirina dirûna dexlûdanan, bûyerên şewitandina zeviyên cotyaran dubare dibin
Nîşan Kurdistan Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê bi nêzîkbûna dema destpêkirina dirûna dexlûdanan, bûyerên şewitandina zeviyên cotyaran dubare dibin. Li herêma Serê Kaniyê heta niha 1700 hektar şewitîne.

Bi nêzîkbûna dema destpêkirina dirûna dexlûdanan, bûyerên şewitandina zeviyên cotyaran, bi taybet li hersê herêmên Serê Kaniyê, Til Temir û Eyn Îsa dubare dibin.

Roja 19ê Gulanê, agir kete zeviyên gundê Tiwêçîl, li rojavayê Serê Kaniyê. Li gor çavkaniyeke taybet bi Rûdawê, derdora 700 hektar zevî şewitîne. Di heman rojê de, agir kete zeviyên gundê Şekeriyê, li rojhilatê Serê Kaniyê û li wî gundî jî, ku gundê Kurdên Êzidî ye, rûberek zevî şewitiye.

Her roja 19ê Gulanê, agir ketiye zeviyên her sê  gundên Um el Kêf, Derdare û Tewîle li gundewarên Til Temir.

Roja 18ê Gulanê, agir ketibû zeviyên her çar gundên Menacîr, Ehras, Amiriye û Şibliyê û li her çar gundên başûrê Serê Kaniyê, nêzî 1000 hektar zevî şewîtîne.

Roja 15ê Gulanê jî, agir ketibû zeviyên 3ê gundên herêma Eyn Îsa.

Agir ji zeviyên gundê el Muhre destpê kiribû û gihaştibû herdu gundên Xirbet el Beqer û Zenûbe.

Di mewsîma sala borî de, rûberekî berfireh ji zeviyên cotyarên Rojavayê Kurdistanê şewitîbûn. Li gor amarên fermî yên Rêveberiya Xweser, 42 hezar hektar zeviyên cotyaran şewitîbûn, lê li gor amarên ne fermî, nêzîkî 55 hezar hektar zevî li Rojavayê Kurdistanê şewitîbûn. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst