Kemalbay: Erîşa ser Efrînê dagîrkerî ye

30-01-2018
RÛDAW
Serpil Kemalbay
Serpil Kemalbay
Nîşan Efrîn Êriş Tirkiye HDP Serpil Kemalbay
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpil Kemalbay ragihand ku ew êrîşa li ser Efrînê tê kirin ne dijî terorê ye, lê li hemberî gelan tê kirin û got: “Êrîşa ser Efrînê dagîrkerî ye.”


Hevseroka HDPê Serpil Kemalbay li Amedê beşdarî civîna Konferansa Jinên Rêveberiya Herêmî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bû û êrişên Tirkiyên ên ser bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê rexne kirin.


Serpil Kemalbay got: “Çima Tirkiye hewqasî dijî Kurdan e, çima naxwaze li aliyê din ên cîhanê be jî Kurd bibin tiştek. Ji ber eger Kurd bibin xwediyê statûyekê, wê demê ev rejîma Tirkiyê nikare berdewam be. Ev desthilat ji şeran hez dike û ev êrîşa dijî Efrînê jî, êrîşeke dagirkeriyê ye.”


Kemalbay axaftina xwe wiha qedand: “Ev êrîşa ku li ser Efrînê tê kirin, ne dijî terorê ye. Êrîşa Eferînê li hemberî gelan tê kirin. Ji ber ku li Efrînê, Kurd, Ereb û gelek pêkhateyên din dijîn. Hemû cîhan jî dibîne ku yek ji lingên bihêz ên demokrasiya Sûriyê, Rojavayê Kurdistanê ye. Ev êrîş, li hemberî tevahiya gelê Kurd e ku tê wê wateyê dijî hemû cîhanê tê kirin. Piştî ku te bi tank, top û balafirên xwe sînorê welatekî derbas kir, ev tê wateya dagirkeriyê.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst