Li Amedê qeza: Zaroka 11 salî canê xwe ji dest da

29-11-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Yenişehirê ya Ameda Bakurê Kurdistanê, zaroka 11 salî ya ku otomobîlê lê da canê xwe ji dest da.

Li navçeya Yenişehirê, îro li ser rêya Amed-Xarpêtê otomobîla şofêrê wê Îsmet M. li Humeyra Fidana 11 salî da ku dixwest derbasî hember rê bibe.

Di encama bûyerê de Humeyra Fidan bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Humeyra Fidana birîndar veguhast Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargilê.

Lê Fidanê tevî midaxaleya li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Şofêrê otomobîlê Îsmet M. ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst