Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Giştî yê Fransayê yê Hewlêrê Yann Braem ji ber bidawîbûna erkê xwe Serok Mesûd Barzanî ziyaret kir.
Yann Braem diyar kir ku xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê bipêşxistina pêwendiyên her du aliyan de her tim piştgirî daye wî.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, îro Yekşemê, 26ê Tîrmeha 2026an,
Serok Mesûd Barzanî ku bi mebesta xatirxwestin û bibidawîbûna erkê wî Konsulê Giştî yê Fransayê yê Hewlêrê Yann Braem qebûl kir.
Baregeha Barzanî li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Konsulê Fransayê Yann Braem ji ber piştgiriya berdewam a Serok Mesûd Barzanî spasiya wî kiriye.
Braem her wiha qala wan hewldanên xwe kir ku di dema erkê xwe yê li Herêma Kurdistanê de ji bo "zêdetir bipêşxistina pêwendiyên di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de" dane.
Li gorî daxuyaniyê, Serok Barzanî spasiya rola berçav a Konsulê Giştî yê Fransayê kir ku di dema karê xwe yê li Herêma Kurdistanê de lîstiye û tekez kir, "Pêwendiyên di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de kevnar û dîrokî ne."
Serok Barzanî her wiha di peywira wî ya nû de serkeftin jê re xwest.



