Li Xarpêtê agir bi daristanê ket

29-09-2023
Nîşan Xarpêt Daristan Dep Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Depê ya parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanê ket.

Li gundê Çinaxçiyê yê Depê, şeva borî agir bi daristana nêzîkî gund ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.

Tîmên Rêveberiya Herêmî ya Daristanan bi 13 makîneyên kar, 2 otomobîlên agirvemirandinê û 34 karmendan dest bi vemirandina xebatên agir kir.

Gundiyan jî alîkarî da xebatên agirvemirandinê.

Di encama xebatên çend demjimêran de agir hat vemirandin lê 15 hektar daristan şewitî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst