Hewlêr (Rûdaw) - Piştî parêzgeha Wanê li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê jî hinek kes an kesan hişyariyên Kurdî yên trafîkê jê birin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştî ku 31ê Adarê ket destê DEM Partiyê, li ser hinek rê û cadeyên sereke yên Amedê ligel Tirkî hişyariyên bi Kurdî yên trafîkê “Pêşî Peya” û "Hêdî" jî hatibûn nivîsandin.
Li navçeya Rezan a Amedê, li Cadeya Gewranê nivîsa trafîkê ya “Pêşî Peya” û "Hêdî" ji aliyê hinek kes an kesan ve bi boyaxa reş jê hat birin.
Heta niha saziyên ewlehiyê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ser bûyerê ti daxuyanî nedane.
Hefteya borî jî li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê hinek kes an kesan hişyariyên Kurdî yên trafîkê jêbiribûn û li şûna wan gotinên nijadperestî yên bi Tirkî nivîsandibûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse