Rêveberiya Xweser rêkarên nû yên parastina aramiyê cibicî dikin

29-06-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Rêveberiya Xweser rêkarên nû yên parastina aramiyê cibicî dikin
Rêveberiya Xweser rêkarên nû yên parastina aramiyê cibicî dikin
Nîşan Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qamişlo yek ji bajarên mezin ên Cizîra Rojavayê Kurdistanê ye. Rêveberiya Xweser ji bo ewlehiyê rêkarên parastina aramiyê cibicî dikin.

Bazara wî bajarî bi tevgera xwe ya kirîn, firotin, bazirganî û çûn û hatinê navdar e. Bi taybetî di rojên cejnan de ku qerebalix bêhtir dibe.

Hevdem, Hêzên Ewlehiya Navxwe li wî bajarî rêkarên parastina aramiyê didine ber xwe.

Hevserokê Komîteya Karûbarên Navxweyî yê Rêveberiya Xweser Kenaan Berekat got, “Bê guman di van rojan de û di her demê de, Hêzên Ewlehiya Navxwe bi erkê xwe radibin, derbarê şopandina hemû giriftên ewlehî, bi taybetî tiştê girêdayî rêxistinên terorî, DAIŞ û çi kesê bi vê rêxistina terorî ve girêdayî be. Helbet metirsî li ser navçeyê heye, bi taybetî ji aliyê dewleta Tirkiyê ve, ib rêya armanckirina dronên wê, ji navçeyên Rêveberiya Xweser re. Em – Hêzên Ewlehiya Navxwe – herdem amade ne ji bo parastina ewlehî û aramiyê li vê navçeyê.”

Tirsa xelkê ji êrîşên dronên Tirkiyê jî heye, êdî daxwaza çavdêriyeke bêhtir ji Hêzên Ewlehiyê dikin.

Welatiyê ji Cizîra Rojavayê Kurdistanê Zuhêr Ehmed anî ziman, “Em ji aliyên peywendîdar dixwazin ku ewlehiyê xurtir bikin û rewşa vê xelkê li van bazaran li ber çavan bigirin, her wiha tirsa me ji dronên Tirkiyê heye. Bi saya Xwedê hêminî û ewlehî ji me re bê, spas ji Xwedê re.”

Bi hebûna seqamgîrî û aramiyê xelk dilxweşiya xwe derdibirrin.

Welatiya ji Rojavayê Kurdistanê Fatma Mehmûd got, “Ewlehî û seqamgîrî heye. Ev hemû bi saya amadekariyên ewlehî ye li deverê. Berê dron û kêşe jî hebûn lê spas ji Xwedê re, li nav bajêr aramî heye. Ev hemû jî bi saya amadekariyên ewlehî ye, ku li cem me hene.”

Di vê çarçoveyê de, 20ê Hezîrana 2023yan, di êrîşa dronên Tirkiyê de, otomobîla hevserokatiya Encûmena Kantona Qamişlo ya Rêveberiya Xweser hate bombebarankirin û di encamê de, 2 serkirdeyên wê encûmenê û şofêrê wan canê xwe ji dest dan û serkirdeyekî din jî birîndar bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst