Hewlêr (Rûdaw) - Bavê Narîn Guranê Arîf Guran nerazîbûn nîşanî biryara dadgehê ya derbarê dosyeya keça xwe de da û daxwaz kir ku heyeteke serbixwe û bêalî were avakirin da ku rastî hemû eşkere bibe.
Arîf Guran her wiha gazincên xwe yên giran ji sazî û siyasetmedarên Kurd ên li herêmê kirin û got, "Min pir li deriyê wan xist ji bo piştgiriyê."
Lêkolîn û xebatên li ser dosyeya kuştina Narîn Guranê didomin.
Narîn Gurana 8 salî, 21ê Tebaxa 2024an li gundê Çilûyê yê Amedê “winda” bûbû û 8ê Îlonê termê wê di çemê nêzîkî gund de hatibû dîtin.
Dadgeha 17emîn a Cezayên Giştî ya Amedê biryar dabû ku ji 15 kesên ku ji ber "veşartina sûcdaran" dihatin darizandin Bîrsen, Fuat û Maşallah Guran bi 3 sal û 6 meh hepsê bên cezakirin.
Dadgehê her wiha ji bo Mehmet Selim Atasoy, Mehmet Şevket Kaya û Muhammed Kayayê karkerên Salim Guran jî 3 sal cezayê hepsê da û bi vê re jî biryara tahliyeyê da.
Bavê Narînê Arîf Guran, piştî xebat û hevdîtinên xwe yên li Enqereyê, niha ji bo derxistina rastiyê û daxwaza alîkariyê li Stenbolê ye.
Arîf Guran li Stenbolê pirsên nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk bersivandin û daxuyaniyên pir girîng dan.
"Ji bo eşkerebûna rastiyê em li Stenbolê ne"
Arîf Guran diyar kir ku ew nêzîkî du mehan e li Enqereyê bi siyasetmedaran re hevdîtinan dike û li ser sedema serdana xwe ya Stenbolê wiha axivî:
“Em îro ji bo gihandina dengê xwe û ji bo daxwaza alîkariyê li Stenbolê ne. Me di vê dosyeyê de fikar û metirsiyên mezin dîtin.
Me li gelek deriyan xist, me got ku ji bo xatirê min nebe jî, qet nebe ji bo xatirê Narînê û ji bo derxistina rastiyê bixebitin.”
"Sînyalên telefonê û rapor şaş in"
Arîf Guran bi tundî rexne li wan rapor û tespîtên sînyalên telefonê girt ku dadgehê wekî bingeh girtine û got:
“Îro bi hinceta 55 saniyeyan dibêjin Narîn derketiye palê. Li ser qeydên sînyalên telefonê diaxivin û dibêjin ev kes li vê odeyê ye, li vê korîdorê ye, li pişt xênî ye yan jî li keleka xênî ye.
Ew raporên ku çêkirine nayên kontrolkirin û bêbingeh in. Ew şexsê ku ev rapor amade kirine ne pisporekî dadwerî yê dewletê ye jî.
Lê dadgehê ev raporên bêbingeh û gotinên kesekî ku 7 caran îfadeya xwe guherandiye wekî bingeh girt û cezayê girtina heta hetayê da malbata min.
Tenê sê malbat ne mirin, malbat tev mir, bawer bike, zarokên wan ên ku çênebûne jî mirin.”
"Bila heyeteke serbixwe were avakirin"
Arîf Guran diyar kir ku ev darizandineke pir bi lez e û armanc tenê girtina dosyeyê ye:
“Ez daxwaz dikim ku li ser bingeha heqîqetê û wîjdanê heyeteke bêalî û serbixwe were avakirin.
Bila di nav vê heyetê de parêzerên bêalî, parêzerên vî gelî, pisporên dadwerî, zana û profesor hebin.
Ez dixwazim her tişt eşkere bibe. Heke di encamê de heyetê biryarek bida, min dê ew qebûl bikira.”
Guran destnîşan kir ku heta niha tu kesî guh nedaye daxwaza wî û got:
“Her kes dibêje bav dixape yan jî bav ji bo jina xwe an ji bo zarokên xwe her tiştî vedişêre. Lê ez ji roja ewil ve dibêjim ku heqê keça min.”
Arîf Guran diyar kir ku hin televizyon û kanalên mezin ên Tirkiyeyê nûçeyên derew belav dikin û bi vî rengî hewl didin dosyeyê bigirin.
“Wesayîta cendirmeyan”
Bavê Narînê bal kişand ser hinek delîlên nû yên ku li ber çavan nehatine girtin û anî zimên:
“Di îdianemyê de jî heye. Digotin ku Salîm (Salîm Guran birayê Arif Guran), saet 10:00an hatiye çem kevirên 2 û 3 yan daniye ser (termê Narîn Guranê.)
Darizandineke bi vî rengî ya pir bi lez kirin. Di nav salekê de sê dadgeh; dadgeha herêmî, îstînaf û Badgeha Bilind. Ev lez tenê ji bo girtina dosyeyê ye.
Hîn gelek delîl hene. Hecî Seîd Tekînê ji gundê Sêlmiyê kamerayên wî hene ku deng jî digire.
Mirovekî xêrxwaz ji Almanyayê vê kamerayê lêkolîn kir, dora 5-6 mehan pir li serê sekinî.
Dûvre erebeyeke JASATê (Tîma Lêkolîna Sûcê ya Cendirmeyan) ya bi navê “Kirpiyê” derket holê. Çawa ev erebaya JASATê derket."
Gazincên giran ji partî û siyasetmedarên Kurd
Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk pirsa, "Ez dibînim hûn hinekî ji sazî û rêxistinên Kurdan jî bi gazinc in. Sedema vê gazincê çi ye?" ji Arîf Guran kir.
Arîf Guran bi gazincên giran bersiva vê pirsê da û got, “Ez îro vê yekê dibêjim, em gişt mirov in.
Divê em xwedî şefqat û rehmet bin. Em xwe bi heftê ava cinetê, bi heftê ava cehnemê bişon jî em Kurmanc in.
Îro li herêmê partiyeke mezin a vî gelî (DEM Partî) heye. Tenê li Amedê 9 parlamenterên wan hene û li bajarên din jî parlamenterên wan hene. Helbet gazinca min a herî mezin ji wan e.”
Arîf Guran li ser deriyên ku lê xistine got, “Min pir li deriyê wan xist. Ez ji bo tiştekî nexwestî an ji bo berjewendiyekê neçûm cem wan."


