RÛDAW 11 SALÎ YE: Gelek welatan Rûdaw pîroz kir

29-05-2024
Nîşan Tora Medyayî ya Rûdawê Salveger Pîrozbahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Konsulên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê bi boneya 11emîn salvegera wê Tora Medyayî ya Rûdawê pîroz kir.

Sala 2013an roja 29ê Gulanê demjimêr 17:00an weşana radyo, televîzyon û malpera Tora Medyayî ya Rûdawê dest pê kir.

Tora Medyayî ya Rûdawê, îro piştî 11 salan bûye yek ji berfirehtirîn û bi bandortirîn dezgehên medyayî yên herêmê û xwediyê pêgeheke diyar a cîhanî ye jî.

Bi helkefta 11emîn salvegera damezirandina Tora Medyayî ya Rûdawê konsulên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê peyamên pîrozbahiyê arasteyî Rûdawê kirin.

Peyama Konsulê Giştî yê Komara Koreya Başûr Seungcheol Lim:

“Destpêkê pîrozbahiyê li we dikim, bi helkefta 11emîn salvegera damezrandina Rûdawê.

Herwiha dilxweş bûm ku min bihîst Rûdawê xelata giranbiha ya Webbyê ya îsal bi dest xistiye.

Ji bo zanyariyên we, banda BTS a Koreyê jî îsal heman xelat biriye.

Ew Koreyiyên ku ji çend salan ve, berî niha li Kurdistanê dijiyan, piştî şandina Yekeya Zeytûn, bi geşeya berbiçav a vê herêmê, gelekî sersam in.

Ji bo ku geşekirin berdewam be, rola medyayê gelekî girîng e. Em çaverê ne Rûdaw di berdestkirina zanyariyên hûr û bihadar de, berdewam be, da baweriyê di nav civakê de bihêz bike.

Bila bi hev re, em bi wiryayî kar bikin da demekê xelk bîr li baweriyê bikin, navê Rûdawê bi bîr bînin. Dubare, yazdehemîn salvegera damezrandina Tora Medyayî ya Rûdawê, pîroz be.”

Peyama Konsulê Giştî yê Çînê yê Hewlêrê Liu Jun:

“Dilxweş bûm bi yazdehemîn salvegera damezirandina Rûdawê. Rûdaw bûye 11 salî.

Roja jidayikbûna Rûdawê pîroz be. Yazdeh sal, demeke ne dirêj e lê di dema 11 salên borî de, Rûdaw û serkirdsayetiyên wê yên bihêz, bi tîmekî bêwastan û berdewam kar kiriye û Rûdaw bûye yek ji girîngtirîn û bandortirîn torên medyayî, ne ku tenê li Herêma Kurdistana Îraqê lê belê li sernaserê Îraq û navçeya Rojhilata Navîn jî.

Lewma dixwazim pîrozbahiya germ arasteyî Rûdaw û hemû tîma Rûdawê bikim li beramberî destkeftiya mezin a yazdeh saliya wan a borî.

Par Rûdaw bû yekemîn medyaya Îraqê ku nivîsgeh û şandeya wê li Pekînê hebe.

Rûmala Rûdawê li Çînê gelekî giştgîr û hevseng e. Nêzîkî her rojê, bînerên vê derê dikarin li nûçeyên televizyona Rûdawê bikin li ser Çînê.

Lewma dûbare pîrozbahiyê li Rûdawê dikim li beramberî wê serkeftina ku wê ya mezin di rûmalkirina nûçeyên Çînê de bi dest xistiye.

Wekî konsulê giştî li vê derê, li Hewlêrê, gelekî şanaziyê bi karên Rûdawê dikim.

Herwiha baweriya min wiha ye, di vê serdemê de, di sedsala 21ê de ku torên civakî gelekî girîngtir dibin, û her kes wan bi kar tîne, ne hêsan e ji bo dezgeheke medyayî ku karekî baş bike lê baweriya min bi Rûdawê heye.

Hêvîdar im Rûdaw her bi girîngtirîn û bandortirîn dezgeha medyayî li Kurdistan, Îraq û vê navçeyê jî bimîne.

Hêviya bextekî baş ji bo we dixwazim. Baweriya min a xurt jî heye bi wê yekê ku Rûdaw di karkirina kolneder de, berdewam dibe, bi taybetî jî di rûmalkirina nûçeyên Çînê de, ji bo ku derfeteke baştir bide wergirên vê derê da rûmaleke bêhtir, hevsengtir û babetîtiryane li ser Çînê bibînin.

Bi liberçavgirtina dîroka Kurdistan û Îraqê, baweriya min wiha ye ku geşeya aborî û civakî, karê pêşîne ne ji bo xelkê, lewma pêwîst e karê pêşîne yên hikûmetê jî bin.

Di wê proseyê de, baweriya min wiha ye, medyayên wekî Rûdawê dikarin roleke gelekî girîng wergirin.

Hêvîdar im Rûdaw di rûmalên hûr, hevseng û pîşeyî de ji bo hemû nûçeyan, berdewam be.”

Peyama Konsulê Giştî yê Holandayê yê Hewlêrê Jako Behrends:

“Dûbare pîroz be. Bê guman ev qonaxeke girîng e. Di dema du salên borî de min dît Rûdawê çend xelat birine, berî demeke kurt ji nih, yekî din bir.

Nerîna min ji bo Rûdawê erênî ye. Bi nerîna min hejmarek ji dezgehên medyayî yên baş li vê herêmê hene û bê guman Rûdaw jî yek ji wan e.

Têbîniya min ji bo Rûdawê ew e ku bêalîtî tiştekî baş e.

Weberhênanê di rojnamegerên ciwan ên wêrek de bikin, ew ên ku amade ne serkêşiyê bikin, herwiha carekê derbarê desthilatê rastiyê bibêjin.”

Peyama Konsulê Giştî yê Filistînê yê Hewlêrê Nezmî Hizûrî

“Rûdaw, ew Rûdaw e, ew Rûdawa her dem amadehiya wê heye, çi nûçeyên siyasî, aborî, civakî, werzişî yan kultûrî be.

Li gel sibeha her rojê, diçe nav hemû malan, bi rûyekî ciwan ê tîma Rûdawê, di her demê de wiha ye, tenê behsa sibehan nakim lê pêwîstiya mirov bi bişirîna sibehê heye, dema ku rûdawbi rûyekî ciwan dibîne, bi rastî dîmenekî ciwan e ji wê ciwantir jî, bernameyên wê yên cudacuda ne.

Pêwîst e li ser medyaya Kurdsitanê ku kanalek bi Zimanê Erebî yê girîng hebe, ji bo ku karibe li gel cemawerê Ereb ê derdora Kurdistanê biaxive, da ku cemawerê Erebî bêhtir agahdarî vê herêmê û dahênanên wê bin, di warên çandî, civakî, dabûnerît, geştyarî û bihayên birayetiyê.

Ji ber ku di navbera Kurd û Ereban de pêwendiyên bihêz û dîrokî li ser yek xakê hene, yek hewa, yek ciwanî û canê hezkirin û birayetiyê di navbera wan de heye.

Lewma pêwîst e kanalek hebe, di asta Rûdawê de be, ji bo ku li gel cemawrê Ereb biaxive û jê nêzîktir be.”

Peyama Konsulê Giştî yê Îmaratê yê Hewlêrê Ehmed El-Zahirî:

“Em pîrozbahiyê li kanala Rûdawê dikin ku yek ji kanalên herî girîng ên li Îraq û Herêma Kurdistanê ye.

Baweriyeke mezin pê heye û bi yekê ji sekoyên medyayî yên herî girîng li Herêma Kurdistanê tê dîtin û gelekî cihê baweriyê ye.

Bi vê helkeftê, ez pîrozbahiya we dikim ku salvegera damezrandina kanala Rûdawê ye. Pîroz be.

Di civîna xwe de li gel dezgehên medyayî, bi taybetî jî li gel birayên me yên li Rûdawê, tê gihiştim ku planeke wê ya xwastberz heye, hêvîdar im ku amadehiyeke wê bihêz li welatên Erebî hebe, bi taybetî jî li Îraqê, li parêzgehên Erebî û hinek bernameyên televizyonî, zincîrefilmên civakî û bernameyên komedî hebin, ku ev hemû amadehiya Rûdawê li navçeyê bihêz dikin.”

Peyama Konsulê Giştî yê Îtalyayê yê Hewlêrê Michele Camerota:

“Hêviya baştir jê re dixwazim. Pîrozbahiyê li we tevan dikim, ji ber ku vê dawiyê we xelateke gelekî girîng bi dest xistiye.

Ji hemû tîmên we yên pirenetewe û navdewletî û berdewam bin di wî karê xwe de ku hûn dikin.

Rojnamegerî beşekî gelekî girîng e ji civakê.

Hêviya baştir ji bo we tevan dixwazim.”

Peyama Konsulê Almanyayê yê Hewlêrê Klaus Streicher:

 “Medyaya azad û raderbirrîna azad pêdawîstiyên sereke yên her sîstemeke demokrasiyê ne.

Girîng e welatî hemû rehendên çîrokan bibihîsin û bikaribin nerînên xwe derbirin, li gorî destûrê.

Di asoya medyaya Kurdistanê de, pêgeheke Rûdawê ya navendî heye.

Li Almanyayê rexne karekî xurt a azadiya medyayî ye.

Em dixwazin Kurdistan û medyaya Kurdî di pêşxistina sîstemeke medyayî ya azad, pîşeyî û firexwaz de, berdewam bin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst