Hewlêr (Rûdaw) - Komeke lêkolîner derketine zozanên parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê lêkolîne li ser hingiv û mêşên hingiv dikin.
Lêkolîner dixwazin berhema mêşên hingiv têxin bin lêkolînê.
Ew dê kalîteya hingiv, nexweşiyên mêşan û giyayên ku mêşên hingiv herî zêde sûdê jê werdigirin destnîşan bikin.
Lêkolîn bi hevkariya 4 zanîngehan tê kirin
Ev lêkolîn bi hevkariya Zanîngeha Sêrtê, Zanîngeha Şirnexê, Zanîngeha Bartinê û Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê tê kirin.
Birêvebirê Fakulteya Fen û Wêjeyê ya Zanîngeha Sêrtê Prof. Dr. Mehmet Fîdan li ser xebatên xwe axivî.
Mehmet Fîdan ku berpirsê projeyê ye, got, "Em li ser bipêşketina berhema mêşhingivan lêkolînê dikin.
Em kalîteya hingiv, nexweşiyên mêşhingivan û ew giyayên ku mêşhingiv berê xwe didin wan vedikolin."
264 cureyên giyayan hatin tomarkirin
Lêkolîner nimûneyên gul û giyayan kom dikin.
Piştre li taqîgehên giyanasiyê yên Zanîngeha Sêrtê li ser van nimûneyan dixebitin.
Birêvebirê Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Sêrtê Dr. Behcet Înal jî da zanîn ku ew tevahiya giyayên ku mêşhingiv şilavê jê kom dikin destnîşan dikin.
Birêvebirê Navenda Lêkolînan a Mêşvaniyê ya Zanîngeha Sêrtê Dr. Devran Coşkun jî bal kişand ser zengîniya zozanan û got:
“Ji ber pêkhateya dewlemend a giyayan û taybetmendiyên keşûhewayê yên zozanên Sêrtê, ev mijar gelekî girîng e."
Heta niha 264 cureyên şilavên giyayan ji aliyê lêkolîneran ve hatine qeydkirin.
Ev lêkolîn ne tenê ji bo dîtina kalîteya hingiv e.
Her wiha dê ji bo tomarkirina erdnîgarî ya vî cureyê hingiv û stratejiyên bazarkirina wî jî gelekî girîng be.


