Îranê li Baneyê kolberekî 19 salî kuşt

29-05-2024
RÛDAW
Nîşan Îran Kolber Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kolberekî xelkê Serdeştê yê bi navê Sîna Resûlzade di dema kolberiyê de li çiyayên Baneyê ji aliyê hêzên Îranê yên ser sînor ve hat kuştin.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirov a Hengawê êvara roja sêşemê pasdarên Îranê li sînorê Sertezênê yê Baneyê yê Rojhilatê Kurdistanê gule li komeke kolberan reşandiye.

Li gorî Hengawê kolberê bi navê Sîna Resûlzade yê 19 salî ji ber wê gulebaranê canê xwe ji dest daye.

Tîmên tenduristiyê  cenazeyê Sîna Resûlzade bir Nexweşxaneya Selahedînî Eyûbî ya bajarê Baneyê.

Sîna Resûlzade ji gundê Nelasê yê Serdeştê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst