Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Îdê ya Erziromê otomobîlek qulibî.
3 kesên tê de mirin û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, otomobîla ku Yusuf Koç (65) diajot li ser rêya Îd û Tortimê ji kontolê derket û teqle da.
Piştî ku yên li derdorê xeber da polîs, cendirme, tîmên tenduristiyê û tîmên agirvemirandinê çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku Guven Kulekçî (56) û Veysel Koç (65) li cihê qezayê mirine.
Dema ku ku tîmên tenduristiyê ajokar Yusuf Koç vediguhast nexweşxaneyê wî jî di rê de canê xwe ji dest da.
E.K. (47) û B.K. (49) li Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê tên dermankirin û birînên wan xedar in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse