Yekem karê qeyûmê Êlihê: Zimanê Kurdî hat rakirin

29-03-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qeyûmê şaredariya Êlihê, zimanê Kurdî ji malpera fermî ya şaredariyê rakir.

Qeyûmê şaredartiya bajarê Êlihê li Bakurê Kurdistanê weke ji yekem karên destpêkê, zimanê Kurdî ji malpera fermî ya şaredariyê rakir.

Berî danîna qeyûm malpera fermî ya şaredariya Êlihê, bi herdu zimanên Kurdî û Tirkî xizmetguzarî pêşkêş dikir.

Lêbelê bi danîna qeyûm, zimanê Kurdî ji malpera şaredariyê hat rakirin û niha zanyarî tenê bi zimanê Tirkî tên belavkirin.

Herwiha li gel zanyariyên derbarê hevşaredarên berê de, hemû nivîsên bi zimanê Kurdî jî li malpera şaredariyê hatin rakirin.

Herwiha li gor zanyariyan, gelek biryarên hevşaredarên berê ji aliyê qeyûm ve hatine hilweşandin.

Mehmet Demîr, Hevşaredarê Êlihê yê berê ku ji kar hatibû dûrxistin, li hejmara xwe ya tora civakî ragihand ku wan hejmareke avahiyên ku bi qaçaxî dihatin çêkirin û metirsî ne li ser jiyana xelkê, rawestandibûn, lêbelê li gor hevşaredarê berê, bi biryara qeyûm ew avahî careke din tên çê kirin.

Roja 23ê Adarê hevşaredarên Êliha Bakurê Kurdistanê ku li ser lîsta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûn bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, ji kar hatibûn dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatibû danîn.

HDPê di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2019an de, şaredariyên 3 bajarên  mezin, 5 bajar, 45 navçe û 12 bajarok, bi giştî 65 şaredarî bi dest xistibûn.

Lêbelê heta niha bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, yek jê bajar, 4 bajarok û 32 navçe ji destê HDPê hatine stendin û qeyûm li ser hatine dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst