Li Kilîsê qeza: Motorsiklêtajo mir

29-02-2024
Nîşan Kilîs Qeza Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kilîsê motorsiklêtek û otomobîlek li hev qelibîn.

Ajokarê motorsiklêtê Mecît H. mir û kesekî din jî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê bi hewara wan ve çûn lê wan tesbît kir ku motorsiklêtajo Mecît H. li cihê qezayê miriye.

Tîman birîndarê din ê bi navê Mimemed El T. ku ew jî li motorsiklêtê siwar bû, bi ambulansê veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Prof. Dr. Alaeddin Yavaşcayê.

Dîmenên dema qezayê ji aliyê kamerayên çavdêriyê ve hatin tomarkirin.

Li hêla din, ajokarê otomobîlê ji cihê qezayê reviyaye û hîn nehatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst