Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê (Wan TSO) Necdet Takva diyar kir ku pirsgirêkên sereke yên bajêr ji ber krîza "nebirêvebirinê" ne.
Takva diyar kir ku Wan bi "konsepteke ewlehiyê" tê birêvebirin û da zanîn ku li bajarekî ku di 12 salan de 6 walî lê hatine guhertin, domdariya projeyan nabe.
Serokê Wan TSOyê Necdet Takva beşdarî civîna şêwirmendiyê ya bi navê "Pirsgirêkên Wanê û Pêşniyarên Çareseriyê" ya Şaxa Wanê ya Komeleya Karsaz û Pîşesazên Serbixwe (MUSIAD) bû.
Takva li ser avahiya îdarî û aborî ya bajêr nirxandinên balkêş kirin.
Takva destnîşan kir ku 20 salên dawî yên Wanê ji têgihiştina birêvebirineke tendurist dûr in.
Wî eşkere kir ku pirsgirêkên îro ji ber kêmasiya vê perspektîvê derdikevin holê.
Di 12 salan de 6 walî hatin guhertin
Takva bal kişand ser bêîstîqrariya di îdareya bajêr de û pêvajoya ji sala 2014an ve ku wan dest bi kar kiriye bi van amaran kurtebir kir:
"Dema me sala 2014an dest bi kar kir parêzgar Munîr Karaloglu bû. Piştî wî Aydin Nezîh Dogan, Îbrahîm Taşyapan, Murat Zorluoglu û Mehmet Emîn Bîlmez hatin û niha jî Ozan Balci li ser kar e.
Em qala bajarekî dikin ku di nava 12 salan de 6 parêzgaran lê peywir kiriye û piraniya van di heman demê de wekî qeyûm Şaredariya Bajarê Mezin jî bi rê ve biriye.
Di nav vê gerê de divê em mijara 'nebirêvebirina' bajêr, pirsgirêka dîtina mixetabekî û têkçûna projeyan wekî pirsgirêkeke bingehîn biaxivin."
Konsepta ewlehiyê...
Necdet Takva destnîşan ku cihê stratejîk a Wanê ji aliyê birêvebiriya navendî ve tenê ji pencereya ewlehiyê tê nirxandin û rexneya "konsepta ewlehiyê" kir.
Takva diyar kir ku nêrîna hikûmeta navendî ya li ser bajarên sînorî yên bejahiyê, bipêşketina bajaran dixe bin siyê û daxuyand:
"Dema li bajarekî karek tê kirin pêşî pêşîneyên ewlehiyê derdikevin pêş. Bipêşketina bajêr, xweşguzeraniya xelkê û birêvebiriyên xwecihî paşê tên nirxandin.
Wan jî yek ji wan bajaran e ku bi vê konseptê hatiye dîzaynkirin."
Takva destnîşan kir ku Wanê li gorî bajarên din ên sînorî çend qatan zêdetir mehkûmî vê konseptê dikin.
Wî anî zimên ku divê ew teqez gotûbêj bikin bê ma vê têgihiştinê çi ji wan biriye û di pêvajoya asayîbûnê de dikare çi were kirin.
Civaka sivîl û siyaset marjînal bûn
Takva eşkere kir ku krîza birêvebirinê bandor li tevna civakî jî kiriye.
Wî da zanîn ku siyaset û civaka sivîl a li Wanê bi qasî "reş û spî" ji hev hatine cudakirin.
Serokê Wan TSOyê bal kişand ser wê yekê ku pirsgirêk gelekî kûr in û anî zimên ku ji bo paşeroja bajêr divê ev marjînalbûn were derbaskirin.
Takva destnîşan kir ku ew dê wekî Wan TSOyê her cure piştgiriyê bidin vê pêvajoya şêwirmendiyê ya ku MUSIADê daye destpêkirin.
Wî da zanîn ku ew dê nîqaşkirina pirsgirêkên bajêr ên li ser her platformê bidomînin.

.jpg&w=3840&q=75)

