Nûnerê taybet ê Putin li Hewlêrê ye û bi berpirsên Kurdistanê re dicive

29-01-2020

18:10

Serok Barzanî dilgiraniya xwe li ser paşeroja gelê Kurd li Sûriye gihand Bogdanov

-

Serok Barzanî li ser dilgiraniya xwe li ser paşaroja gelê Kurd li Sûriye gihand Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn.

Serok Mesûd Barzanî îro li Selaheddînê pêşwazî li Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mîxaîl Bogdanov kir.

Di hevdîtinê de Mîxaîl Bogdanov silavên Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn û Wezîrê Derveyê Rûsyayê, gihandin Serok Barzanî û “ji bilî tekezkirina li ser peywendiya dîrokî ya gelê Rûsya û gelê Kurdistanê û rola malbata Barzanî ya di wan peywendiyan de, Serok Barzanî jî wekî dostekî mezin ê gelê Rûsya wesif kir.”

Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê pêzanînên xwe jî ji bo aramî û pêgeha Herêma Kurdistanê ya li Rojhilata Navîn anîn ziman û daxwaza welatê xwe ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan de nîşan da.

Serok Barzanî jî di wê civînê de spasiya Putîn û Wezîrê Derveyê Rûsyayê kir û her wiha spasî helwesta hikûmet û kompanyayên Rûsya kir ku di rojên dijwar û teng de li beramber Herêma Kurdistanê helwestên erênî û bilind nîşan dane.

Herwiha Serok Barzanî balkişand ser peywendî û dostayetiya kevin ya di navbera her du gelên Kurdistan û Rûsyayê de û bi pêwîst jî zanî ku wan peywendiyan kûrtir û berfireh bikin.

Li gor dauxyaniya hatiye belavkirin, di beşeke din a hevdîtinê de Serok Barzanî dilgiraniya xwe li ser paşaroja gelê Kurd li Sûriye bi Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê gihand û dîtin û pêşniyarên xwe yên ji bo çareserkirina kêşeya gelê Kurd li Sûriye xisterû.

Herwiha her di wê civînê de, gotûbêj li ser rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li navçeyê û gefa hizra tundî û terorê û metirsiyên bihêzbûna DAIŞê hatin kirin.

Di civînê de Maksîm Maksîmov, Balyozê Rûsyayê li Iraq û Oleg Levîn, Konsolê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê û hejmarek ji dîplomatkar û berpirsên kompanya Gazproma Rûsyayê amade bûn.

Zêdetir bixwîne

17:32

Nêçîrvan Barzanî û Bogdanov paşeroja Kurdên Rojava gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanî û Mîxaîl Bogdanov li Hewlêrê civiyan

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtina îro ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mîxaîl Bogdanov de daxuyaniyek belav kir û ragihand, Nêçîrvan Barzanî û Mîxaîl Bogdanov mijarên wek têkiliyên Hewlêr-Moskow, rewşa Iraqê, rewşa Sûriyê, rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê û paşeroja wan gotûbêj kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Mîxaîl Bogdanov silav û rêzên serok Vladimir Putin û Serokwezîrê Rûsyayê gihand birêz Serokê Herêma Kurdistanê.”

Li gor daxuyaniyê, di civînê de Nêçîrvan Barzanî ji ber destbikarbûna serokwezîrê nû yê Rûsyayê pîrozbahî li Bogdanov kir û tekezî li ser xwasteka Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî yên bi Rûsyayê re û di hemû waran de kir.

Nêçîrvan Barzanî herwiha pesnê kar û çalakiyên kompaniya Gazprom a Rûsyayê di sektora enerjiyê ya Herêma Kurdistanê da û ji ber wan çalakiyan destxweşî li Rûsyayê kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha dibêje, di civîna navbera Nêçîrvan Barzanî û Bogdanov de, “rewşa Iraqê jî hat gotûbêjkirin û tekezî li ser giringiya hewldanên ji bo aramkirina aloziyên li navçeyê û nekirina Iraqê wek qada pirsgirêk û milmilaniyên hêzên herêmî û navdewletî hat kirin.”

Her li gor daxuyaniyê, “herdu aliyan behsa xwepêşandanan û hewlên ji bo diyarkirina srokwezîrê nû yê Iraqê, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û giringiya hevahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê li navçeyên nakok kirin.”

Di daxuyaniyê de herwiha amaje bi wê yekê hatiye kiri, ku Nêçîrvan Barzanî û Mîxaîl Bogdanov di vê hevdîtinê de, “rewşa Sûriyê û hebûna hêzên navdewletî, Pirsa Kurd û paşeroja Kurdan di çarçoveya Sûriyê de û rola Rûsyayê li Sûriyê gotûbêj kirin.”

Di beşeke din a civînê de, herdu aliyên Rûs û Kurdistanî behsa “berdewamiya metirsiyên terorê û awayê rûbirûbûna wê, proseya aştiyê li Rojhilata Navîn, pêşhatên herî dawî yên pirsgirêka Felestîn-Îsraîl û rewşa navçeyê” kirin.

Şanda Rûsyayê li Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê Maksîm Maksîmov, Rveberê Giştî yê Gazprom Neftê Sergey Petrov, Rêvebrê Cîbicîkarê Gazprom Neft Vadîm Yakovlev, Serokê Bazirgania Navdewletî Viaçeslav Nîkonorov, Serokê Projeyên Rojhilata Navîn Sergey Karavayev û çend berpirsên din ên siyasî, ewlehî û aborî pêkdihat.

Zêdetir bixwîne

16:38

Mesrûr Barzanî û Bogdanov pêşxistina peywendiyên Kurdistan û Rûsyayê gotûbêj kirin

-

Piştî civîna li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mîxaîl Bogdanov bi Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî re jî hevdîtin pêk anî.

Derbarê wê hevdîtinê de Hikmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku di civînê de bûyer û pêşhatên li Iraq û navçeyê û herwiha pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha hatiye gotin ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, silavên Vladimir Putin, Serokê Rûsyayê û herwiha silavên Serokwezîrê Rûsyayê gihindan Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û vexwendnameya fermî jî pêşkêş kir bo beşdarbûna li Foruma Navdewletî ya Aborî ya Saint Petersburgê.

Herwiha di civînê de herdu alî hevnêrîn bûne li ser girîngiya aramkirina rewşa Iraq û Sûriyê û hemahengiya bo rûbirûbûna gef û metirsiya DAIŞ, teror û rola girîng a Herêma Kurdistanê di seqamgiriya navçeyê de.

Zêdetir bixwîne

16:20

Bogdanov û Mesrûr Barzanî di civînê de ne

Mesrûr Barzanî û Mîxaîl Bogdanov

Piştî civîna li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mîxaîl Bogdanov bi Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî re jî hevdîtin pêk anî.

Hevdîtina Bogdanov û Mesrûr Barzanî beriya çend xûlekan dets pê kiriye û civîn hêj berdewam e.

Zêdetir bixwîne

14:33

Nêçîrvan Barzanî û Bogdanov civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê 29ê Çile li Hewlêrê pêşwazî li Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mîxaîl Bogdanov kir. Wêne: Rûdaw

Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mîxaîl Bogdanov piştî ku bi serdaneke fermî gihîşt Hewlêrê, bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.

Bogdanov îro danê nîvro bi serdaneke fermî gihîşt Herêma Kurdistanê

Serdana Bogdanov bo Kurdistanê dê 2 rojan dom bike.

Zêdetir bixwîne

12:24

Bogdanov dê bi rayedarên Kurd re behsa çi bike?

Rûdaw

Peyamnêrê Rûdawê dibêje, Bogdanov dê heta êvara Pêncşemê li Herêma Kurdistanê be û biryar e di van du rojan de li gel her yek ji Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bicive.

Li gor zanyariyên Rûdawê, Mîxaîl Bogdanov dê di hevdîtinên xwe yên li gel berpirsên Herêma Kurdistanê de, mijarên taybet bi enerjiyê, ewlehiya navendên dîplomatîk li Iraqê û Herêma Kurdistanê, diyarkirina serokwezîrê nû yê Iraqê û têkiliyên navbera Moskow û Hewlêrê gotûbêj bike.

Zêdetir bixwîne

12:00

Nûnerê taybet ê Putin li Hewlêrê ye û bi berpirsên Kurdistanê re dicive

Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mîxaîl Bogdanov li Hewlêrê, îro Çarşemê 29 Çileya 2020, wêne: Rûdaw

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê gihîşt Kurdistanê

Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mîxaîl Bogdanov bi serdaneke fermî gihîşt Başûrê Kurdistanê.

Mîxaîl Bogdanov îro bi balafireke taybet gihîşt Hewlêrê û li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ve ji aliyê Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hat pêşwazîkirin.

Bogdanov dê bi rayedarên pilebilind ên Kurdistanê re hevdîtinan pêk bîne.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê rasterats serdana Kurdistanê kiriyeû neçûye Bexdayê.

Ev yekemîn car e ku rayedarekî pilebilind ê Rûsyayê rasterast serdana Kurdistanê dike.

Zêdetir bixwîne