Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Peyasê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê, bi çekan êrişî xwaringehekê hat kirin û 3 kes birîndar bûn.
Li ser Cadeya Selahaddîn Eyûbî ya navçeya Peyasê doh êvarî hinek kesên nenas gule li xwaringehekê reşandin û ji cihê bûyerê reviyan.
Di êrişê de 3 kesên li xwaringehê birîndar bûn.
Hat zanîn ku rojnameger Mursel Acayê ku endamê Cemiyeta Rojnamegeran a BaşûrRojhilat (GGC) e jî di nav birîndaran de ye.
Mursel Acay dema ku di cadeyê re derbas dibû di nav gulebaranê de maye û birîndar bûye.
Piştî agahdarkirina xelkê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Mursel Acay piştî midaxeleya ewil li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê hatiye emeliyatkirin.
Polîsan ji bo girtina gumanbarên ku reviyane dest bi lêpirsîneke berfireh kir.


