Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 2 gerîlayên ku li herêma Xakurkê canê xwe ji dest daye eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê diyar kir ku gerîlayên wan ên bi navên Ekîn Dilda û Mîtra Maniyê 6ê Çiriya Pêşîn li herêma Xakurkê di encama êrişa artêşa Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.
Li gorî agahiyên HPGyê nasnameya her du gerîlayên canê xwe ji dest daye wiha ye:
Ekîn Dilda navê wê yê fermî Zelîha Mahçûp e û ji Erziroma Bakurê Kurdistanê ye.
Mîtra Manî navê wê yê fermî Zeynep Aslan e û ji Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye.
HPGyê diyar kir ku Ekîn Dilda û Mîtra Manî sala 2015an tevlî nava refên gerîlayan bûne.
HPGyê di berdewamiya daxuyaniyê de tekez kir ku ew dê bibîranîna hevrêyên xwe di nava têkoşîna xwe de zindî bihêlin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse