Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Polîsê navçeya Qurweyê yê parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku wan dest daniye ser zêdetirî 3 kîlogram madeyên hişbir û tohmetbarek jî desteser kiriye.
Birêvebirê Polîsê Qurweyê Vahîd Muzeferî ji medyaya Îranê re ragihand ku hêzên wan kesek desteser kiriye ku li bajêr di peydakirin û belavkirina madeyên hişbir de dixebitiye.
Vahîd Muzeferî da zanîn ku wan di operasyonê de dest daniye ser 3 kîlo û 300 gram madeyên hişbir.
Her wiha ji bo tohmetbarê desteserkirî dosyeya lêkolînê hatiye vekirin.
Li gorî amarên fermî yên parêzgeha Sineyê, par dest danîn ser hezar û 300 kîlogram madeyên hişbir.
Li parêzgehê rêjeya herî zêde ya bikaranîna madeyên hişbir bi rêjeya ji sedî 35an tiryak û berhemên wê ne.
Li pey wê jî madeyên din bi van rêjeyan tên bikaranîn:
· Krîstal: Ji sedî 24
· Eroîn: Ji sedî 21
· Heşîş: Ji sedî 12
· Madeyên din ên hişbir: Ji sedî 8
Navçeyên parêzgehê yên ku li gorî rêzê herî zêde madeyên hişbir lê tên bikaranîn ev in: Sine, Qurwe, Seqiz, Dêwlan û Kamyaran.
.webp&w=3840&q=75)
_8_11zon_8_11zon.webp&w=3840&q=75)

