Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêgiriyê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê kesek di bin aşûtê de ma û mir
Barîna berfê li seranserê Bakurê Kurdistanê berdewam e û bandoreke nerênî li ser jiyana rojane ya welatiyan kiriye.
Li gundê Beşparmakê ku tenê 25 kîlometre dûrî navçeya Bêgiriyê ye şeva borî welatiyê bi navê Yaver Kurt ji ber nebûna ava vexwarinê çûye herêma xeta avê û careke din venegeriyaye.
Li ser vê yekê nîştecihên gund tîmên cendermeyan agahdar kirine.
Hatiye ragihandin ku li wê herêmê aşût ketiye û welatî ji ber vê yekê miiriye.
Termê Yaver Kurt yê 44 salî li cihê bûyerê hatiye dîtin û sewqî morga nexweşxaneyê hatiye kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse