Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji ber berfa zêde rêya 162 gund û 258 gundikan hatiye girtin û çûn û hatina welatiyan nayê kirin.
Li gor daxûyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li seranserê parêzgehê barîna berfê berdewam dike û bandoreke nerênî li jiyana welatiyan kiriye.
Ji ber berfa zêde rêya 420 gund û gundikan hatiye girtin û tîmên rûbirûbûna berfê dest bi kar û xebatên paqijkirina berfê kiriye û li ser karê xwe berdewam dikin.
Li gel vê yekê beriya rojekê rêya navbera parêzgeha Wanê û navçeya Miksê jî hatibû girtin û şaredariyê diyar kiriye ku ji bo vekirina rê tîmên wan çûne herêmê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse