Galeriya wêneyan

28-11-2017
17 Photos
Behmen Şabazî

Kirmaşan (Rûdaw) – Piştî derbasbûna 16 rojan bi ser erdheja bihêz a li Rojhilatê Kurdistanê û bi taybet parêzgeha Kirmaşanê, beşek ji xwandingehên wê parêzgehê ku zirar negihîştibûn wan, deriyên wan hatin vekirin û proseya xwandin û perwerdehiyê dest pê kir.

 

Herwiha bi alîkariyên mirovî yên ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û hin saziyên hikûmeta Îranê, pêdawîstiyên xwandinê li ser xwandekaran jî hatin parvekirin.

 

Şeva Yekşemî 12ê Mijdara îsal erdhejek mezin bi hêza 7.3 pileyên Rîxter Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hejand, ku li Rojhilatê Kurdistanê bû sedema zirareke mezin a canî û darayî.

 

Li gorî amarên herî dawî yên hikûmeta Îranê, di encama erdheja li Rojhilatê Kurdistanê de, li sînorê parêzgeha Kirmaşanê 484 kesan canê xwe ji dest dan û 12 hezar û 386 kes jî birîndar bûn.

 

Li Başûrê Kurdistanê jî erdhej zirar gihande sînorê her du parêzgehên Helebce û Silêmaniyê û bi taybet jî qezaya Derbendîxanê. Di encama erdhejê de, li Başûrê Kurdistanê 8 kesan canê xwe ji dest dan û 325 kes jî birîndar bûn.