Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Kanoyê ya li bakurê rojavayê Nîjeryayê ji ber nexweşiya dîfteriyê herî kêm 50 zarok mirin.
Parlamenterê Eyaleta Kanoyê Brahîm Malamî derbarê rewşê hişyarî da û diyar kir ku nexweşiyê herî pir bandor li herêma Ranoyê kiriye.
Wî destnîşan kir ku li herêmên Rurum A, Rurum B û Sabuwar Kaurayê felaketeke mirovî heye.
Brahîm Malamî xwest ku Parêzgarê Kanoyê Abba Kabir Yusuf û berpirsên tenduristiyê, bijîşkan û dermanên bêhtir bişînin herêmê û got:
“Em dixwazin Parêzgar û Komîserê Tenduristiyê alîkariyên lezgîn bişînin çimkî nexweşî li herêmê pir belav bûye.”
Parlamenterekî din ê bi navê Usman Abubakar Tasiu jî hişyarî da ku nexweşî ji Ranoyê derbasî herêma Kiruyê jî bûye.
Li gorî agahiyan, li civakên Kwanar Dangora, Garin Dangora û Yelwayê jî nexweşî hatiye dîtin.
Meclisa Eyaletê biryarek qebûl kir û ji bo desttêwerdana lezgîn erk da komîteya tenduristiyê.
Ew komîte dê bi Wezareta Tenduristiyê re hevahengiyê bike da ku tedbîrên bilez werin standin.
Navenda Kontrolkirin û Rêlibergirtina Nexweşiyan a Nîjeryayê pêşniyar dike ku derziya pêncalî (pentavalent) li zarokên di hefteyên 6, 10 û 14an de were xistin da ku ji vê nexweşiyê werin parastin.
Rewşa Kanoyê û rîskên li herêmê
Nîjerya salên dawî rûbirûyî pêlên dîfteriyê dibe û eyaleta Kanoyê gelekî di bin bandorê de ye.
Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), sala 2023yan piraniya bûyerên bi guman Kanoyê çêbûne.
Mirinên dawî careke din kêmasiyên di derzî, çavdêriya nexweşiyan û gihîştina dermankirinê de derxistin holê.
Dîfterî
Dîfterî (corynebacterium diphtheriae) nexweşiyeke bakteriyal û pir vegir e ku dibe sedema mirina zarokên ku derziya rêlibergir li wan nehatiye xistin.
Bi kuxîn an pişkîna nexweşan belav dibe. Destdana tiştên kesên nexweş jî dibe sedema nexweşketina kesên din.



