Alî Bayramoglu: Li meydanê wekî ku tê hêvîkirin pêvajoyek nîne

2 demjimêr berê
RÛDAW
Alî Bayramoglu\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Alî Bayramoglu\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Pêvajoya Aştiyê Pêvajoya Çareseriyê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan DEM Partî Devlet Bahçelî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameger Alî Bayramogli diyar kir ku daxuyaniyên Bahçelî ne ji bo pêvajoya çareseriya Pirsgirêka Kurd in ew daxuyanî ji bo wê yekê ne ku PKK çekan deyne.

Nivîskar Alî Bayramoglu bû mêvanê bultena Rûdawê ya ku Hêvîdar Zana pêşkêş dike.

Alî Bayramoglu behsa pêşhatên dawî yên li Tirkiyeyê û pêngavên “pêvajoya nû” kirin.

Bayramoglu diyar kir ku pêvajoyên çareseriyê cuda ne û her kes li gorî bendewariyên xwe wateyan dide wan pêvajoyan.

Bayramoglu amaje bi wê yekê kir ku ew di daxuyaniyên Bahçelî de ti nakokiyê nabîne û wiha got:

“Di eslê xwe de tişta ku Bahçelî, yan jî em jê re bibêjin hikûmet û dewlet difikire ew e ku PKKyê bêçek bike û ji holê rake.

Li hemberî vê jî dê ji bo serokê rêxistinê hin gavan biavêjin û heger hewce jî bike dê ji bo endamên din ên rêxistinê hin formûlên entegrasyonê pêk bînin.

Ji ber vê yekê divê were dîtin ku ev pêngav ne ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd e, ji bo PKKyê ye ku çekan deyne.

“Dixwazin rêxistineke Kurd bê çek bikin”

Alî Bayramoglu di berdewamiya axaftina xwe de pêşhatên dawî wekî 'stratejiyeke dewletê' şîrove kir û diyar kir ku ev ne tevgereke demokratîk e û wiha berdewam kir:

“Tişta ku dewlet dixwaze ew e ku valahiya ewlehiyê nehêle.

Dixwazin rêxistineke Kurd a çekdar a li Rojhilata Navîn bê çek bikin û dixwazin vê yekê di çarçoveyeke teng de bihêlin.

Yek ji pirsên sereke ev e; em bibêjin dewlet vê dibêje; ‘dest ji tundiyê û çekan berdin, pirsgirêka xwe çi dibe bila bibe bi siyasetê îfade bikin’ ji gotinan pê ve çi garantiyeke vê nîne.

Ji ber vê yekê ev pêkhateya ku em jê re dibêjin ‘rêxistin’ xwedî siyaset û dîrokekê ye.

Niha herêmeke wê ya bi navê Rojava heye. Ev hemû destkeftiyên Kurdan in û qozên wan in.

Niha dê tevgera Kurd dev ji van berde? Ev nîqaşek pir girîng e û ez difikirim ku dê li vir pirsgirêk hebin.

Ez ne bawer im ku Ocalan rabe û ji rêxistinê re bibêje, ‘Me di berdêla danîna çekan de soz standiye’  û li alîyê din, dê alîyê Kurd bi vê yekê razî bibe?

Gelek pirsên me hene ku dewlet bi yekdengkirina DEM Partî û Ocalan re hewl dide zextê li rêxistinê bike yan na?

Gelo bi rastî jî ev hikûmet ji bo bidestxistina mafên siyasî yan jî mafên Kurdan îmkanên siyasetê durist dike?

Ji ber vê yekê, divê pêvajoya ku em jê re dibêjin pêvajoya çareseriyê an jî pêvajoya demokrasiyê, bêyî ku zêde wateyek lê were barkirin, bi hişyarî û baldarî temaşe bikin.

Ma ew tê çi wateyê? Helbet wateyeke wê ya mezin heye. Bandorê li civakê dike. Bandorê li CHPyê dike.

Ev meşrûiyetê dide gotûbêjan û bidawîkirina pevçûnan lê ez bawer nakim ku pêvajoyeke çareseriyê ye ku tê hevî kirin niha heye.”

“Em nizanin şert û mercên Ocalan tên çi wateyê”

Bayramoglu di berdewamiya axaftina xwe de behsa danûstendinên Ocalan û dewletê jî kir û wiha got:

“Em nizanin bi hev re gihiştine kîjan qonaxê, lihevkirinekê çawa pêk anîne.

Bi rastî di peyam ku Ocalan ji girtîgehê bi rêya biraziyê xwe re şandiye de dibêje, ’eger şert û merc çêbibin, îrade û hêza min heye’ divê em jêr peyvên ‘şert û merc’ jî xêz bikin.

Em nizanin şert û mercên Ocalan tên çi wateyê.

Gelo mebesta wî danûstandin e yan daxwazên din eşkere dike?

Ji ber vê yekê hîn jî keseke ku di bin tecrîdê de ye. Bi gotineke din dengê wî ancax bi qasî wan îmkanên ku ji aliyê dewletê ve tê dayîn tê bihîstin.”

“Divê serokomar Ocalan bide axaftin”

Alî Bayramoglu amaje bi wê yekê kir ku divê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bide axaftin û wiha got:

“Divê serokkomar, Ocalan bide axaftin. Top li sahaya serokkomar e. Ocalan got, ‘ez amade me alîkariya we bikim, ez dê çareser bikim’ îcar çawa? Di bin çi şert û mercan de?

Dibe ku serokkomar li bendê be ku piştî êrişa (Li Enqereyê) rewş hinekî aramtir bibe, em bi temamî nizanin.

Ji aliyê din ve, em bi rastî nizanin di navbera Bahçelî û serokomar de gotûbêja fikrî çêbûye.

Ji bo vê jî divê em hinekî din li bendê bin û bibînin bê ka çi pêk tê.”

Alî Bayramoglu di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku heger pêvajoya çareseriyê ne tenê li ser bêçekbûnê û li ser esasê daxwazên Kurdan pêş bikeve dê Rojavayê Kurdistanê jî bibe beşeke pêvajoyê.

Li gorî Bayramoglu, Rojavayê Kurdistanê parçeyek ji vê pêvajoyê ye û statuya Rojavayê Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê tirseke mezin e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst